Li dijî Kurdan êrîşên nijadperestî zêdebûn

Li dijî Kurdan êrîşên nijadperestî zêdebûn

Derdorê 40 endamên ulkucu ku pêkhateyek ya nijadpereste û piştgiriyê ji dewletê digire, li rawestgeha metro ya Bornovayê bi dar û kêran êrîşî 3 xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Egeyê kirin. Di nava vê heftiyê de herî kêm pênc êrîşên nijadperestî li dijî Kurdan pêkhatin. Hikumet û daraz jî bêdenge.

Li rawestgeha metro ya Bornovayê 3 xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Ege ya Îzmîrê dixwînin, rastî êrîşa koma nijadperest ya 40 kesî hatin.

Hate diyarkirin ku, di êrîşê de tu kesê derdor bertek nîşan neda û temaşe dikirin, her wiha hate hînbûn ku, piştî polîs hatin cihê bûyerê xwendekar rakirin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku, hinek kesên di koma êrîşkar de rûyê wan girtî bûn û di destê wan de dar û kêr hebûn. Hate hînbûn ku, ji xwendekaran rewşa 2’an nebaşe.

Tê diyarkirin ku, 2 xwendekarên rakirine Serwîsa Lezgîn ya Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê, serê wan durîne û difnên wan jî şikandine.

ÊRÎŞÊN NIJADPERESTÎ ZÊDE DIBIN

Di nava heftiyekê de êrîşên li dijî Kurdan zêde dibin. Heta niha rayedarek yê hikumetê êrîş şermezar nekirine, helwesta polîs û darazê jî cesaretê dide nijadperestan. Li Tirkiyeyê hertim êrîşên nijadperest ji başdîtina dewletê sûd wergirtin. Gelek caran jî bidestê dewletê bixwe ketin tevgerê.

Di 13’ê Mijdarê de jî di kampusa Zanîngeha Marmara ya li Goztepeyê xwendekarên Kurd rastî êrîşa ulkucuyên nijadperest ya satoran hatibûn. Di êrîşê de gelek xwendekarên Kurd birîndar bibûn, hinek xwendekar jî ji aliyê polîsên ku mudaxeleyî êrîşkaran nekirin ve hatin binçavkirin.

6 karkerên ji Amedê ku li santrala termîk ya li navçeya Tûfanbeylî ya Edeneyê kar dikirin, roja Yekşemê 10’ê Mijdarê ji ber ku pûşiyên kesk- sor-zer li xwe kirine rastî êrîşa komên nijadperest hatibûn.

9’ê Cotmehê xwendekarên welatparêz ên ku li Zanîngeha Cumhuriyetê ya li Sêwasê dixwînin, bi armanca protesto kirina “dîwarê şermê” yê di navbera navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê û bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê de tê avakirin daxuyaniyek çapemeniyê dan û piştî daxuyaniyê rastî êrîşa komên nijadperest hatibûn.  Li hemberî vê êrîşê roja 11’ê Mijdarê piştî daxuyaniya çapemeniyê li kampusê hate dayîn û xwendekaran xwest bikevin dersan rastî êrîşa komekî 50 kesî ya nijadperestan hatibûn. Di êrîşê de 2 kes giran birîndar bibûn.

Heman rojê li Stenbolê xwendekarên Kurd rastî êrîşa nijadperestan hatin. Du xwendekarên li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmara ya li Şîşlî Nîşantaşiyê dixwendin rastî êrîşa xwendekarên ulkucu hatibûn.