Li dijî Komkujiya Mereşê ji Bernê heta Strasboûrgê meşiya
Kurdistaniyê bi navê Kazim Ozşerîk ê li Swîsreyê, ji ber salvegera 40'î ya Komkujiya Mereşê ji Bernê heta Strasboûrgê meşiya û dosyayek radestî DMME'yê kir.
Kurdistaniyê bi navê Kazim Ozşerîk ê li Swîsreyê, ji ber salvegera 40'î ya Komkujiya Mereşê ji Bernê heta Strasboûrgê meşiya û dosyayek radestî DMME'yê kir.
Kurdistaniyê bi navê Kazim Ozşerîk, ji ber salvegera komkujiya Mereşê ji paytexta Swîsre Bernê dest bi meşê kir û piştî 5 rojan gihîşt bajarê Strasboûrgê yê Fransayê. Ozşerîk tîşortekî bi wêneyê Alî Tiraş ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da li xwe kir û bi tena serê xwe meşiya.
Kazim Ozşerîk çalakiya xwe doh li ber avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li Strasboûrgê qedand. Ozşerîk belavokek li ser komkujiya Mereşê radestî rayedaran kirn.