Li dijî komeleya Kurdan ya Viyanayê êrîş

Li dijî komeleya Kurdan ya Viyanayê êrîş

Li dijî Komeleya Enformasyona Kurdan ya li paytextê Awûstûrya Viyanayê êrîş pêkhat. Di êrîşê de camên komeleyê hatin şikandin, polîsan jî hûrkolîn da destpêkirin. Rayedarek yê komeleyê da diyarkirin ku, camên komeleyê bitêlin, bihêsanî nayên şikandin, lê belê hêsînê li bariyerên kolana ji binî derxistine û camên komeleyê bi hêsîn şikandine. Rayedarê komeleyê ragihandin ku, ew hêsîn jî avêtiye hundirê komeleyê. Rayedarên komeleyê careke din bang li polîsên hûrkolîn pêkanîne kirin û xwestin li ser hêsînê avêtine hundir hûrkolînekê bikin.

CÎRANÊ QATA JOR: EM ŞEVÊ BIDENGEK MEZIN ŞIYAR BÛN

Cîranê li qata jor ya avahiya ku Komeleya Enformasyona Kurdan lêye jî da diyarkirin ku, ew berbanga sibê di demjimêrên derdora 03-04’ê de bi dengek mezin şiyar bûne. Rayedarê komeleyê aşkera kir ku, ji ber ku camên komeleyê hêsanî nayên şikandin, li ser hev hêsin li camê dane û wisan şikandine. Da diyarkirin ku, dengê teqînê jî ji camê hatiye.

Di demjimêrên sibehê de bûyer hate bihîstin, li ser agahiya rayedarên komeleyê, polîs hatin cihê bûyerê û piştî hûrkolînê lêpirsîn hate destpêkirin.

Rayedarên komeleyê ji ANF’ê re axivîn û dane diyarkirin ku, ew texmîn dikin êrîş ji aliyê kesimên nîjadperest-faşîst yên Tirk ve hatibe pêkanîn û êrîş şermezar kirin. Balkêşe ku êrîş piştî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin yên li Parîsê pêkhat. Rayedarên komeleyê aşkera kir ku, ew dê li dijî êrîşa ewlekariyê zêde bikin, her wiha bang li Kurdên Ewropayê kir ku hîn bihêztir xwedî li sazî û nûnerên xwe derbikevin.