Li dijî hunermendê Elman lêpirsîna YPG’ê

Hunermendê  Elman Johannes Konîg ji ber ku lînka nûçeya qedexeya têkildarî YPG’ê ya BR ya avakirina radyo-televîzyonê ya li eyaleta Bayern a Elmnayayê li ser hesabê xwe yê tevna civakî par ve kir, lêpirsin lê hate vekirin.

Dewleta Elman ya ku li dijî komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdeng e, çavnebariya wê ya li dijî YPG/YPJ’ê jî dewam dike. Bi taybet helwesta polîsêb eyaleta Bayern ya li dijî parvekirinên alên YPG/YPJ di tevna civakî de balê dikişîne.

Polîsê Bayernê vê carê parvekirina lînka nûçeya qenala Bayerischer Rûndfûnk a televîzyon-radyoya dewletê kir hîncet û têkildarî  hunermend Johannes Konîg ku li Munihê dijî lêpirsîn da vekirin.

Tebaxa 2017’an sazumankarê medyayê ya eyaletê BR, serdegiritna mala aktivîstê ciwan Benjamîn Rûß ku bi hinceta alên YPG/YPJ’ê di hesabê xwe yê tevna civakî de parvekiribû kirîbû nûçe. Lînka nûçeya BR’nê hunermend Konîg jî di hesabê xwe de parvekirîbû.

KONÎG: REWŞEKÎ PÊKENOK E

Diyar bu ji ber ku di lînka nûçeyê de ala YPG’ê hatiye dîtin, dozgerê Munîhê di derbarê Konîg de lêpirsîn vekiriye. Lêpirsîna ku bi daxwaza teşkîlata emniyetê ya Munîhê hatî vekirin bi nameyekê hunermend Konîg ji bo îfadeyê bangî kirin. Konîg di çarçoveya ‘sembolên qedexe’ di 19’ê Adarê de wê li emniyetê îfade bide, ji ANF’ê re axivî û helwesta dozgerê Munîhê wiha nirxand;

“Li Elmanyayê krîmînalîzekrina sembolên tevgera azadiya Kurd, çong danîna li ber rejîma Tirk e. Kurd bi taybet piştî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê re piştevaniyê heq dikin û pêdiviya gelê Kurd bi piştevaniyekî wiha heye.”

Konîg têkildarî parvekirina lînka nûçeya ala YPG’ê ku bûye sedama lêpirsînê wiha pênase kir; “Zext her diçe zêde dibin, rewşeke pêkenok e. Eger ne rewşekî cidî bûya wê bikeniya. Polîsê Munîh jî bi vî awayî gef li azadiya çapemeniyê dixwe.”

FOBIYA XERÎB A POLÎSÊ BAYERNÊ YA YPG’Ê

Polîsê Elman ku di gelek xwepêşandanan de rakirina alên YPG’ê qedexe kir, bi taybet li Eyaleta Bayernê bi ser malên kesên ku  al, flama û wênêyên şervanên YPG’ê di tevna civakî de parve dikin de digrin.

Herî dawî polîsan di meha Mijdara 2017’an de li bajrê Munihê  bi hînceta piştevaniya YPG’ê kiriye  bi ser mala endamê perwerdehiyê Kerem Schamberger de girtîbûn. Dijminahiya rejîma Erdogan a li dijî YPG’ê bi awayekî parelel û tirsa polîsê Elman li dijî YPG’ê didome û tê diyarkirin ku hinek amirên polîsan ên Tirk pêşengtiyê ji van bûyeran re dikin.