Li dijî girtiyan êrîş: 40 birîndar

Li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê di 19’ê Sibatê de (Dûşem) li dijî girtiyên ku li ser lingan hejmara leşkerî nedan êrîş pêk hat. 40 girtî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên berdest di 19’ê Sibatê de (Dûşem) li Girtîgeha Tîpa L a Kalkendere ya Rîzeyê ku nêzî 150 girtiyên siyasî lê hene, ji ber ku li dijî sepandinên girtîgehê yê “li ser lingan hejmartina leşkerî” derketine û ev daxwaza wan pêk ne anîne êrîşî girtiyan kirin.

Malbatên ku têkildarî mijarê agahî dan, ji ber rewşa bitirs nexwestin navê xizmên xwe bidin. Malbatan ragihand ku cezayê ragihandinê li gelek kesan birî ne û ji ber vê sedemê jî agahiya malbatên wan jê nîne.

Parlamenterên HDP’ê jî têkildarî Kalnaderê kete nava hewldanan û diyar kirin ku di vê mijarê de ti encam bidest nexistine.

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê dimînin; di hevdîtina heftane ya bi malbatan re ragihandin ku gardiyanan êrîşî wan kirine.