Li dijî girtina Ozgur Gundem, banga “Nobeta çapemeniya azad’
Li dijî biryara girtina têkildarî Rojnameya Ozgur Gundem, banga rojnamevan û hemû beşên bihestyar kir ku li rojnameyê beşdarî “Nobeta Çapmeniya Azad” bibin.
Li dijî biryara girtina têkildarî Rojnameya Ozgur Gundem, banga rojnamevan û hemû beşên bihestyar kir ku li rojnameyê beşdarî “Nobeta Çapmeniya Azad” bibin.
Li dijî biryara ‘Bi demkî hatin girtin’ a Rojnameya Ozgur Gundem a ji aliyê 8. Dadgeriya Ceza ya Sûlh a Stenbolê ve, “Nobeta Çapemeniya Azad” hate destpêkirin. Banga hate kirin ku di serî de rêveberên Rojnameyê, xwendevanên wê, rojnamevan, rêxistinên hempîşe ên çapemeniyê, têxistinên girseyî yên demokratîk û hemû raya giştî ya hestyar li avahiya rojnameyê dawetî nobet girtinê hatin kirin.
Zana Kaya ê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ozgûr Gundem ê ku ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re axivî wiha got: “Em bang li hemû hempîşeyên xwe û gel dikin ku li hember biyara darbeyê û dawetî nobeta demokrasî û nobeda piştgiriya ya bi Ozgur Gundemê re dikin.”
Li aliyê din Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê û saziyên çapemeniyê dê sibê saet di 12.00'an de li Qada Taksimê bi boneya bertek nîşanî biryarê bidin daxuyaniyê bidin çapemeniyê.