'Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê em li Strasboûrgê li hev bicivin'

KONGRA GEL got, "Em sibê li Strasboûrgê li hev bicivin, li dijî faşîzma AKP-MHP-Ergenekonê dengê xwe bilind bikin û hêza xwe bikin yek."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi sernavê "Ji Mereşê heta Roboskiyê em hesabê hemû komkujiyan bipirsin" daxuyaniyek weşand û ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Di ser Komkujiya Mereşê re 39 sal derbas bûn. Ev komkujiya bi destê hêzên dewletê ve hate kirin, hate nixumandin. Ti ji berpirsyaran nehatin eşkerekirin. Hesab ji kesî nehate pirsîn. Yên komkujî kirin û yên ku ew li dadgehan parastin îro li nava saziyên dewletê, li meqamên xwedî erk ên AKP'ê wezîfedar in."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji Mereşê heta Roboskiyê, ji Roboskî heta Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û berxwedanê din ên xwerêveberiyê, polîtîkayên komkujiyê yên dewletê dewam kiriye û hê jî didomin.

Dîwana Hevserokatiyê diyar kir ku aqlê dewletê yê ku Kurdan, Elewiyan û hemû nasnameyên din weke dijminê xwe dibîne, îro jî li ser kar e û bi heman polîtîkayê tevdigere.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo hesabê komkujiyên li Elewiyan, Kurdan, demokrat, sosyalîst, jin û ciwanan hatine kirin bê pirsîn, ji bo kujer werin darizandin û cezakirin divê em hê bêhtir xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe ya hevpar geş bikin.

Ji bo xwedî li mirovên hatine kuştin bê derketin, bi pêşengiya Hewldana Mereşê sibê li Strasboûrgê wê bi desteka gelek rêxistin û saziyan meş û mîtîngeke mezin were lidarxistin. Wê ji Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî bê xwestin ku der barê van komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin lêpirsînê bidin destpêkirin, darizandinê bikin û sûcdaran ceza bikin."

Di dawiya daxuyaniya KONGRA GEL de ev bang li gelên li Ewropayê hate kirin:

"Em bang li hemû mirovên li welatên Ewropayê li ber faşîzma dewleta Tirk radibin dikin, ku sibê em li Strasboûrgê li hev bicivin, li dijî faşîzma AKP-MHP-Ergenekonê em deng û hêza xwe bikin yek, berxwedana hevpar a hemû bindestan geş bikin û hesab bipirsin. Em bang li tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bi rengê xwe tevlî vê meş û mîtîngê bibin."