Li dijî êrîşên faşîst banga eniya yekbûyî

KCDK-E, TJK-E û ATÎF li dijî desthilata AKP-MHP'ê û êrişa faşîstên Tirk ên li Viyanayê banga berxwedaniya eniya yekbûyî kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya li Elmanyayê (ATÎF) derbarê êrîşên dewleta  Tirk û êrîşa li Viyanayê daxuyaniyeke niviskî dan.

KCDK-E û TJK-E'yê êrîşa 24'ê Hezîranê ya li paytexta Awûstûrya Viyanê ya li ser Piştevaniya Jinan a Ewropayê bi bîr xist û got, îro jî faşîstên Tirk êrîşên hevşib bi ser avahiyên rêxistinên demokratîk de anîne.

Di daxuyaniyê de her wiha êrîşên li ser Şengal, Mexmûr, Qendîlê û piştre yên li ser Kobanê û Silêmanî yên Tirk hate bibîrxistin û hate gotin, cîhan li bara êrîşên Erdogan ê dîktator bêdeng e, tenê temaşe dike.

KCDK-E, TJK-E'yê bang li gel, şoreşger, demokrat, rewşenbîran kir ku ji bo êrîşên ser Kobanê werin şermezar bikin û êrîşên faşîstên Tirk ên li Viyanaayê li ser demokratên Kurd û Tirk protesto bikin derkevim meydanan.

KCDK-E û TJK-E'yê gotin, "Em bang dikin bi çalakî û meşa hevpar a Ewropayê em protesto bikin. Di serî de li Viyanayê, em li dijî dagirkerî û êrîşên faşîst ên Tirkiyê hêza eniya yekbûyî ava bikin."

Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya li Elmanyayê (ATÎF) jî got polîtîkaya îmha û înkarê ya desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ya li ser Kurdan didome û êrîşa li ser Şengal, Mexmûr û Qendîlê bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin, girîngiya têkoşîna yekbûyî ya li dijî naziyên xwecih û biyanî bi êrîşên Nurnberg, Hambûrg, Hannover û Viyanayê dîsa derketiye holê û got, "Em ê tirsa faşîstan zêdetir bikin."