Li dijî êrîşa Şengalê li Dusseldorfê çalakiyek hate kirin

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di pêşengitiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) de li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê çalakiya standê hate kirin.

Li standa agahdarkirinê ku li yek ji qadên herî qelebalix ên Dusseldorfê Schadow Platezê saet 16:00’an hate  vekirin, êrîşên bi hiqûqî yên dewleta Tirk a li ser Şengal û Bakurê Kurdistanê hatin vegotin.

Di standa pankartên bi nivîsên ‘Parastina Şengalê parastina mirovahiyê ye’ û ‘Azadiya jinên li Şengalê azadiya me ye’ hate vekirin de dowîzên ‘Statûya Şengalê nas bikin’ û ‘Bi  qetilkirina Zekî Şengalî re hemû civaka Êzidî di hedefê de ye’ hatin bilindkirin. Di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Bangên ji bo tevlîbûna çalakiya piştgirî û mirovên şemiyê ya ku wê 25’ê Tebaxa 2018’an li Koln-Heûmarktê saet 12:00’an bê kirin jî didome.