Li dijî Ebolayê korîdora hewayî tê vekirin
Li dijî Ebolayê korîdora hewayî tê vekirin
Li dijî Ebolayê korîdora hewayî tê vekirin
Ji bo welatên Rojavayê Afrîkayê ku li dijî vîrusa Ebola têdikoşin, korîdora hewayî tê vekirin. Elmanya û Firansa diyar kirin ku dê bi sedan ton amûrên alîlkariyê bişîne Lîberya, Gîne û Sîerra Leone.
Wezareta Parastinê ya Elmanyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi Fransayê re biryarek girtine û dê alîkariya tibî bidin welatên nexweşiya ebola lê belav bûye. Balafirên kargoyê yên leşkerî yên Elmanyayê û bi nêzî 100 leşkerî re dê korîdora hewayî bê vekirin û amûrên tibî bên şandin.
Li gorî vê artêşa Elman dê 100 ton alîkarî destpêkê bişîne paytexta Dakar a Senegalê û ji wir jî bişîne welatên din. Wezaretê got ku Elmanya dê li Lîberyayê û Fransa jî dê li Gîneyê nexweşxaneyeke qadê ava bike.