Li dijî Ebola wê sê dermanên nû bên ceribandin

Li dijî Ebola wê sê dermanên nû bên ceribandin

Derzî û dermanên li dijî vîrûsa Ebola, ku li Rojavayê Afrîkayê rê li ber mirina zêdeyî 5 hezar mirovî vekir, heta niha bi kêr nehatine. Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) da xuyakirin, ku sê cûre terapiyên ji bo dermankirina Ebola hatine amadekirin, derbasî asta ceribandinê bûne.

Koordînatora MSF'ê Annick Antierens diyar kir, ku li dijî vîrûsa Ebola ya ji sedî 50 heta ji sedî 80 rê li ber mirinê vedike, wê ji meha Kanûnê û pê ve dest bi testên klînîkê yên dermanên hatine amadekirin bikin. Antierens ragihand ku madeyên dermanê bê ceribandin Brincidofovir û Favipiravir in û anî ziman ku plazmayên xwînê yên nexweşiyên ebola yên rehet bûne jî, dikare bên bikaranîn.

Koordînatora MSF'ê da zanîn ku encamên testên di meha Kanûnê de destpê bikin, wê ji meha Adarê û pê ve bi dest bikevin û diyar kir, ku li navendên dermankirina Ebola, li ser daxwaza nexweşan dikarin dermanên nû yên testê bikar bînin.

Testên nû yên ji aliyê MSF ve wê bên kirin, bi hevkariya laboratûwarên tibî yên Oxford, Parîs û Antwerpenê ve hatin amadekirin. Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî destekê dide testan. Annick Antierens da xuyakirin ku eger test serketî be, wê li tevahiya herêmên vîrûs lê belav bûye bê bikaranîn û destnîşan kir ku dermanên di testê de wê bê bikaranîn, di nav bazarê de bi têra xwe hene.

Vîrûsa Ebola cara yekemîn di sala 1976'an de li Zaîre (Bi navê xwe yê îro Komara Kongo ya Demokratîk) derketibû holê. Ji ber şewba dem bi dem xwe da der, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Di şewba îsal a Ebola de, mirina destpêkê li Gîneyê rû dabû. Di şewba Ebola ya îsal de, zêdeyî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.