'Li dijî dewleta Tirk em tavilê bikevin nava liv û tevgerê'

Komuna Enternasyonalîst a Rojava, Koordînasyona Tevna-RiseUp4Rojava li dijî dewleta Tirk a ku êrişî Garê kiriye bang kirin û diyar kirin ku ew bi hev re faşîzma dewleta Tirk têk bibin û şoreşê biparêzin.

Komuna Enternasyonalîst a Rojava, Koordînasyona Tevna-RiseUp4Rojava, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Garê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk dixwaze hîn bêhtir bide nava Başûrê Kurdistanê, di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de herêmeke tampon ava bike û derbê li gerîla bixe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê êrişa li ser Garê ji aliyê her kesî ve weke êrişa li ser şoreşê bi temamî û li dijî me hemûyan bê dîtin. Dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî, operasyoneke nû li dijî Rojava yan jî Şengalê, yan jî dagirkeriya li ser Garê weke hev in, ti cudahî di navbera wan de nîne. Armanca bingehîn a êrişa li ser çiyayê Garê êrişa li dijî şoreşê û berxwedana antî-faşîst a li herêmê ye."

'EM ÇALAK BIN, FAŞÎZMÊ BIECIQÎNIN'

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em bang li her kesî dikin ku çalak bin, bi lezgînî çalakiyan bikin."

Di daxuyaniyê de ji çalakiyên blokajê, heta xwepêşandanên li qadan banga çalakiyan hate kirin û hate gotin, "Em bi hev re li dijî faşîzmê û dagirkeriyê li ber xwe didin. Em bi hev re faşîzma Tirk dieciqînin û şoreşê diparêzin."