Li dijî desteserkirina îradeyê plana nû ya çalakiyan: Meşên hurmeta li îradeyê

DEM Partiyê li dijî desteserkirina şaredariyan planeke çalakiyan a berfireh amade kir. Di 30'ê Hezîranê de wê ji Stenbolê heta Colemêrgê 'Meşa Hurmeta li Îradeyê' bê destpêkirin.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) biryar da ku çalakiyên nobedê yên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê berfireh bike. Piştî mîtînga mezin a 13'ê Hezîranê ya li Colemêrgê çalakî hatin zêdekirin. Di çarçoveya 'Plana çalakiyê ya nû ya li dijî talankariya qeyûm' wê ji Stenbolê heta Colemêrgê berxwedan bê mezinkirin.

LI COLEMÊRG Û STENBOLÊ NOBED

Çalakiyên nobedê yên ku 3'ê Hezîranê destpê kirin, li Colemêrg û Stenbolê wê her roj dewam bikin. Çalakiya nobedê ya li Colemêrgê wê bi beşdariya komên ji bajar û navçeyên herêma Serhedê pêk were. Şandeyên ji bajar û navçeyan wê 2 rojan li bajêr bimînin û bi gel re bicivin. Rêxistinên civakî yên sivîl û demokratîk jî wê piştgiriyê bidin çalakiyên nobedê.

ÇALAKIYÊN LI BAJARAN

Çalakiyên şermezarkirinê wê ne tenê li Colemêrg û Stenbolê bin. Li bajarên din jî hefteyê rojekê wê nobeda gireseyî, meş û çalakî bêne lidarxistin. Çalakiyên li ber şaredariyan jî wê li deverên navendî dewam bikin.

LI ENQERE Û STENBOLÊ DANÛSTANDINÊN SIYASÎ

Meclîsa şaredariyê ku piştî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş li hev kom bû, serokwekîl hilbijartibû. Şandeya li dijî desteserkirinê hate avakirin wê li Enqere û Stenbolê danûstandinan bike. Di 27-28'ê Hezîranê de li Enqereyê wê bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtinê bike, di 29'ê Hezîranê de wê beşdarî mîtînga li Stenbolê bibe. Di 30'ê Hezîranê û 1'ê Tîrmehê de li Stenbolê wê hin hevdîtinan bike.

MEŞÊN HURMETA LI ÎRADEYÊ

Dem Partî wê li dijî qeyûm meşeke mezin lidar bixe. Meş wê 30'ê Hezîranê bi dirûşma 'Meşa Hurmeta li Îradeyê' li Stenbolê destpê bike û li Colemêrgê bi dawî bibe. Meşvan wê bi rengekî girseyî ji Stenbolê bêne birêkirin û li her bajarî wê tevlîbûn çêbibe. Li Kocaelî, Bûrsa, Tekîrdag, Edîrne, Çanakkale, Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Mûgla, Manîsa, Antalya, Enqere, Konya, Eskîşehîr, Kayserî, Edene, Mersîn û Hatayê wê kom tevlî meşê bibin.

TÊ PAYIN LI KURDISTANÊ TEVLÎBÛNEKE XURT PÊK WERE

Ji bajarên Kurdistanê jî wê tevlîbûneke xurt pêk were. Beşdarên ji Dîlok, Meletî, Mereş, Semsûr, Riha, Êlih, Amed, Sêrt, Çewlîg, Dersîm, Xarpêt, Elezîz, Mêrdîn, Şirnex, Qers, Erdexan, Îdir, Erzîrom, Agirî, Bedlîs û Mûşê wê di 3'ê Tîrmehê de li Wanê bigihêjin hev.

MEŞA JI ŞEŞ ROJAN: 196 KÎLOMETRE

Beşdarên Meşa Hurmeta li Îradeyê wê ji Wanê ber bi Colemêrgê ve bi girseyî bêne şandin. Meşvan wê 196 kîlometreyan bimeşin û tê payin ku meş şeş rojan dewam bike. Li ser rêgehê jî wê civînên bi gel re bêne lidarxistin. Ji hemû bajaran wê ji rêxistinên civakî yên sivîl û demokratîk tevlîbûn pêk were.