Li dijî dehebetiyên ku ji Sûrê radibin nerazîbûn
Hikûmeta ku raçînka dirokî ya Sûrê xira kirî û digot ‘em ê bikin weke Toledo’’ avaniyên ji betonê çêdike.
Hikûmeta ku raçînka dirokî ya Sûrê xira kirî û digot ‘em ê bikin weke Toledo’’ avaniyên ji betonê çêdike.
Li navçeya Sûrê, li 6 taxan ku direjtirîn qedexeya derketina derve a li dinyayê lê hate ragihandin, ku ji 2’yê Kanûna 2015’an ve gel nikare têkeve van taxan, avaniyên ku mirov dikare bibêje weke dehbeyan li van taxan têne rakirin. Li navçeyê ku avaniyên kêm ziyan dîtî, yên ziyan nedîtî jî, avaniyên dîrokî yên bi hewş, 2 qatî, cihên dînî û berhemên dîrokî jî ji talanê nesîbê xwe dîtin. Hikûmet ji 4’ê Çile ve li şûna xaniyên ku hatine xirakirin xaniyan lêdike û ev xanî dijî raçîna dîrokî ya navçeyê ne. Li dijî van avaniyan ku li giyanê navçeyê yê 7 hezar salî nayên, ji bilî gel pispor jî nerazîbûnên nîşan didin.
MAKYAJ DIKIN
Serokê Şûbeya Odeya Mîmaran a Amedê Serefhan Aydin li dijî înşeatên betonarma a Sûrê fikarên xwe derbirand û got ti têkiliyan van avahiyan bi mîmariya Sûrê re nîn e. Aydin diyar kir, avaniyên ku niha dixwazin li Sûrê ava bikin betonarman in û got: ‘’Li ser betonê 2 cantîm kevirê reş lêdikin, makyaj dikin û ji raya giştî re dibêjin, ‘me malên Amedê çêkirin’’ Me serî li Walitiya Amedê da û me got em muxatabên di asta pêşî de ne û dixwazin li Sûrê lêkolînan bikin. Lê hê ti bersiv nedane me. Pir êşdar e kê ji em rêxistinên pîşeyan ji bo ku biçin taxeke bajarên xwe em ji walitiyê destûrê dixwazin.’’
DEWLET XWE LI YA HÊSAN DIGIRE
Aydin diyar kir di qonaxa amadekariya projeyê ya Sûrê heta niha tişta ku wan pêşbiniya wê dikir pêk hatiye û got: ‘’Me dizanîbû ku wê avaniyên li gorî mîmariya Amedê û raçînka bi hezaran salan a bajê çênekin. Ji ber ku karekî pir zehmet e. Hema hema nîvê Sûrê hilweşiya û li gorî vê înşeatên nû lêdikin. Ne pêkan e ku menewiyata wir were zevtkirin. Pir zehmet e ji hêla avanî û teknîk ve weke ya berê were çêkirin. Dewlet jî xwe li ya hêsan digire, bi bergkirina kevirê reş, bi makyajê zarî Malên Amedê dike û raberî gel dike.’’
‘MUXATAB DIVÊ DÎNAMÎKÊN XWECIH BIN’
Aydin diyar kir di ji nû ve avakirina Sûrê de muxatabên pêşî ew in û got: ‘’Em behsa raçînka mîmarî dikin. Ji bo vê jî ji destpêkê ve divê em Odeya Mîmaran tevlî vî karî bibûna. Lê xuyaye ku proje ji navenda Enqerê ve tê birêvebirin û amadekirin, li vir jî hewl didin ku pêk bînin. Heke em di avakirin û înşeatê de tevlêkariyeke domdar esas digirin, heke em behsa avakirina kolektîf dikin diviya hemû rêxistinên pîşeyî yên bajêr û dînamîkên xwecih tevlî vê pêvajoyê bihatana kirin. Lê heta niha ev xuya nake. Weke xwe dikin, tişta ku hazir kirine hewl didin ku pêk bînin.’’
Aydin diyar kir ku divê li ser avaniyên li Sûrê ku lê dikin lêhûrbûnek çêbibe û got: ‘’Em ji bo ku cihêtiya xaniyên berê yên Sûrê û raçînka mîmarî ya û ya ku niha zarî wan dikin û çêdikin, ji bo ku bi kitekitî lê hûr bibin raporê amade dikin. Piştî ku me ev rapor amade kir, em ê hewldanên hewce bikin.’’