Li dijî darbeya AKP/Qesrê deklarasyona dîrokî
Li dijî darbeya AKP/Qesrê hemû pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi serenavê "Dest nede dengê min û vîna gel a li Meclîsê" deklarasyoneke dîrokî weşandin.
Li dijî darbeya AKP/Qesrê hemû pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi serenavê "Dest nede dengê min û vîna gel a li Meclîsê" deklarasyoneke dîrokî weşandin.
Li dijî darbeya AKP/Qesrê hemû pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi serenavê "Dest nede dengê min û vîna gel a li Meclîsê" deklarasyoneke dîrokî weşandin.
Deklarasyon li Buyukpark Otelê ya li Çankayayê bi civînekê hat eşkerekirin. Di civînê de tevî Hevserokên HDK, KCD, DBP û HDP'ê, Hevşaredarên DBP'yî û 252 pêkhateyên mora xwe danîne binê deklarasyonê amade bûn.
Kurdiya deklarasyonê ji aliyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Tirkiya wê jî ji aliyê Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu ve hat xwendin.
'DEST LI VÎNA GEL TÊ WERDAN'
Deklarasyon bi vî rengî ye:
"Têkildarî guhertina destûra bingehîn a li ser destnedana parlamenteriyê ku li meclîsê hevdîtinên li ser wê destpê kirine, em bi fikar in.
Destnedana qanûndanînê beriya her tiştî mafekî demokratîk e ku axaftin û eşkerekirina nêrînên siyasetemedaran garantî dike. Ev maf ne tenê yê parlamenter e, di heman demê de mafê gel e ku ew parlamenter hilbijartiye û şandiye parlamentê. Ji xwe parlamenter di dema wekîltiya gel de bi nîşandana vîna mirovên ew hilbijartiye, berpirsyar e.
Eşkerekirina nêrînên, parçeyek ji têkoşîna siyasî ya parlamenteran e. Lewma lêpirsîn, zevtkirin an jî girtina di dema axaftinê yan jî piştî daxuyaniyê de, beriya her tiştî destwerdaneke vekirî li vîna gel e. Di vê çarçoveyê de, nîqaşên li ser mafê destnedanê veguheriye amûreke cezakirina siyasî û hilanîna tola siyasî. Em vê yekê gelekî xetere dibînin.
Di heman demê de Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyan ên DBP'yî tên girtin, ji wezîfeyê tên dûrxistin, cezayên giran li wan tên birîn û ji bo xespkirina vîna gel amadekariyên pêkanîna 'desteserkirin-wezîfedarkirina qayûm' tên kirin. Ev hemû nîşan didin, bê ya tê kirin çiqasî cidî ye.
'WÊ RÊ LI BER PIRSGIRÊKÊN CIDÎ VEKE; LÊGERÎNÊN LI ÇARESERIYÊ BIQEDÎNE'
Li aliyê din, di demeke ku guman û teredûtiya li ser bêalîtî û serxwebûna dadgeriyê ji aliyê dadgeriya bilind bi xwe ve tên bilêvkirin de, guhertineke rê li ber destwerdana dadgeriyê li parlamenterên mûxalefetê veke, wê bi xwe re pirsgirêkên giran û nû bîne. Qonaxeke nû wê destpê bike ku di vê qonaxê de wê bi rêya dadgeriyê hewl bê dayîn civak ji nû ve were dîzaynkirin.
Em bi fikar in; ev guhertina destûra bingehîn a li dijî parlamenterên HDP'ê tê kirin, wê di pirsgirêka Kurd a careke din bûye qada şer de, lêgerînên li çareseriya siyasî bi temamî ji holê rake. Di demeke bi vî rengî de, ku ji bo bidawîkirina şîdetê em hemû di nava lêgerîn û hewldanên berfireh de ne, girtina rêyên siyasetê bi rengekî nehiqûqî, wê bibe darbeyeke giran û li lêgerînên aştiyê bikeve. Ev rêbaz berê hatine ceribandin û ji bilî mezinkirina pirsgirêkê rê li ber tiştekî venekiriye. Lewma israra di vê rêbazê de nayê fêmkirin. Pêwîstiya me bi nîqaşên rê û rêbazên siyaseta demokratîk veke, heye.
'DIVÊ DERHAL BÊ VEKIŞANDIN'
Ev pêşniyar, di serî de gelê Kurd wê hemû beşên civakê yên di nava HDP'ê de tên temsîlkirin, ji parlamentê bên avêtin. Em dixwazin ev pêşniyar derhal bê vekişandin. Em bang li parlamenteran dikin ku li hemberî vê pêşniyara siberojên me têk dibe dengê 'na' bi kar bînin Em dixwazin zexta siyasî ya li rojnamevan, akademîsyen, rêxistinên civakî yên sivîl û Şaredariyên DBP'ê bên bidawîkirin, hevşaredarên girtî derhal werin berdan û wezîfeya wan li wan bê vegerandin."