Li dijî Civîna G20’ê bi deh hezaran kes wê bimeşin

Li dijî Civîna G20 ya li Hambûrgê tê lidarxistin, hefteyek e çalakiyên protestoyê didomin. Îro jî bi beşdariya bi deh hezaran kesan wê meşek were lidarxistin.

Li dijî Civîna G20 ya li Hambûrgê ya li Elmanyayê tê lidarxistin, hefteyek e çalakiyên protestoyê didomin. Çalakiyên protestoyî yên bi “Civîna Alternatîf” dest pê kirine bi pêşandanên li kolanan didome. Polîsan duh destûra meşê nedan xwepêşanderên ku ji bajarên cihê yên Ewrûpayê hatibûn û polîs bûn sedem ku gelek kes birîndar bibin. Ciwanan li navendên bajêr li Altona St. Paûlî barîkat ava kirin. Bi taybetî li Sternschanzeyê ciwanan barîkat ava kirin û nehiştin polîs werin. Di şer de ya ku heta destê sibehê domiya gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Li gorî daxuyaniya polîsên Hambûrgê nêzî 200 polîs jî birîndar bûne.

‘JI OCALAN RE AZADÎ, JI KURDISTANÊ RE AŞTÎ’

Xwepêşandana herî mezin jî bi beşdariya 70 sazî û dezgehên Elmanyayê wê meşek were lidarxistin.

Li ser navê Kurdan NAV-DEM jî wê beşdar dibe. Meş wê li pêşiya îstasyona trênê ya Hambûrgê were lidarxistin û piştî 4 kîlometreyan wê li St. Paûlî bi dawî bibe. Li vê derê wê nûnerên saziyan daxuyaniyan bidin.

Kurd wê bi sloganên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û “Ji Kurdistanê re aştî” di meşê de cihê xwe bigirin û wê pankart û dovîzên li ser Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan hildin. Li korteja ku Kurd lê hene dengê sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Şoreşa Rojava” tê.

Xwepêşandana mezin a ku wê ji sed hezarî zêdetir kes beşdar bibin jî wê sibê di saet 11.00’an de dest pê bike.