BI DÎMEN

Li dijî civîna bilind a OSCE ya li Hambûrgê civîn û meş

Têkildarî civîna bilind a OSCE ya li Hambûrgê, li NCDK'ê civînek hate lidarxistin. Di civînê de hat ragihandin, wê îro meşeke protestoyî bê lidarxistin.

Têkildarî civîna bilind a Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) ku îro li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dest pê kir, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

NAV-DEM, Tatort Kurdistan, YXK/JXK, Meclîsa Jinê ya Rojbîn, Mala Gel Kurdistan, HDK, AGÎF, platforma ciwanan a Solîd, nivîskar Anja Flach, Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer, Parêzer Martîn Lemke û Nûnerê HDK-Elmanya Serhat Çetînkaya, tevlî civînê bûn.

Di civînê de hat ragihandin, armanca meşa îro ya saet 16:00, şermezarkirina polîtîkayên Serokê demî yê OSCE û Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Frank Wlater Steînmeîer ên têkildarî Kurdistan û Tirkiyeyê ye.

'BÊDENGÎ ŞER GIRAN DIKE'

Serhat Çetînkaya da xuyakirin, ku dîktatoriya Erdogan-AKP'ê li dijî mûxalefetê şerekî topyekûn îlan kirine û anî ziman, dewletên Ewropayê bi bêdengiya xwe, destekê didin vê rewşê. Çetînkaya destnîşan kir, bêdengî şerê li Rojhilata Navîn girantir dike, mafê jiyanê ji gelan distîne û rê li ber pêlên nû yên koçberiyê vedike.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn nivîskar Anja Flach jî bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û rexne li hikûmeta Elmanya kir, ku hê jî destekê dide Tirkiyeyê. Flach ragihand, şerê li Kurdistanê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike.

LI HAMBÛRGÊ 'TEDBÎRÊN' GIRAN

Li Hambûrgê, yekemcar di asteke ewçend dijwar de 'tedbîrên ewlekariyê' tên girtin. Ji bo civîna OSCE'yê 700 jê hêzên taybet (SEK) 13.500 polîs wezîfedar in. Her wiha ji bo parastina herêma civîna bilind lê tê lidarxisitn, balafirên şer ên artêşa Elman Eurofîghter jî hene. Hat ragihandin, polîsan 10 helîkopter, 62 kûçik û 37 hesp xistine dewrê.