Li dijî CHP’ê operasyon: 23 kes destgîrkirin
Serokê Şaredariyê Kadîr Aydar ê ji erkê hatî girtin jî di nav de 23 kes di çarçoveya operasyona Şaredariya Ceyhan a CHP’î de hatin destgîrkirin.
Serokê Şaredariyê Kadîr Aydar ê ji erkê hatî girtin jî di nav de 23 kes di çarçoveya operasyona Şaredariya Ceyhan a CHP’î de hatin destgîrkirin.
Polîsan saetên sibehê di çarçoveya lêpirsîna ‘bertîlê’ ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edenyê ve hate destpêkirin de mala Serokê Şaredariya Ceyhan a CHP’ê Dadîr Aydin jî di nav de avêtin ser mal û cihên kar ên 23 kesî. Avêtin ser Şaredariya Cehanê û lêgerîn kirin.
Li gel Aydar endazyar û personelên şaredariyê jî di nav de 23 kes hatin destgîrkirin.
Aydar ê îdîayê bertîlê derewand, diyar kir ku ev operasyon operasyonên bêrûmetkirinê ye.