Wekîltiya Ahmet Yildirim, Serekwekîlê Koma HDP’ê û Ibrahîm Ayhan, wekîlê HDP’ê yê Rihayê bi xwendina tezkereya li Meclîsê bi rengekî bê hiqûqî hate xistin.
Piştî betalkirina wekîltiyê Koma Meclîsê ya HDP’ê helwest nîşan da. Wekîlên HDP’ê beriya ku tezkereya betalkirina wekîltiya Yildirim were xwendin ji Dîwana Giştî derketin. Beriya ku derkevin Serekwekîla Koma HDP’ê Filîz Kerestecîoglu axivî.
‘QELSIYA WAN NÎŞAN DIDE’
Kerestecîoglu got, ‘’Em ê li bendê nemînin ku were xwendin wekîltiya wekîlên me tê betalkirin’ û wiha domand: ‘’Ev her carê tê dubarekirin û derbeke li vîna gelan. Beriya bi nîv saetê hate ber me. Lê dema ku taziyeya dayika Serekwekîlê CHP’ê hebû kirina vî tiştî ne etîk e. Ji ber ku ev peyvir a wî ye. Lê weke her carê ev fersed bi kar anîne. Ev reng jî ji bo me tiştekî nabêje.
Hevalê me Ahmet Yildirim, serekwekîlê koma me tenê gotinek gotiye. Tenê gotinek e, ya di behsê de. Heke ji ber gotina ‘padîşahoko’ wekîltî tê betalkirin, ev nîşana qelsiya wî kesî ye ku muxatabê vê gotinê ye.’’
‘TI FONKSÎYONA MECLÎSÊ NEMA YE’
Kerestecîgolu bi berdewamî bal kişande ser betalikrina wekîlên HDP’ê û got, ‘Bi meclîsê têkiliya wan tê birîn lê bi gel re têkiliya wan qut nabe. Wekîlê me Ibrahîm Ayhan jî ji ber gotina li ser medyaya sosyal a derbarê yekî DAÎŞ’ê ji wekîltiyê hate xistin. Ev şerm e şerm.
Ev meclîs êdî ji meclîsbûnê ketiye bûye noter.’’
‘WEKÎLÊN GEL’
Kerestecîgolu herî dawî got, ‘’Yildrim û Ayhan heta dawiyê wekîlên gel in. Ev meclîs ji bo me meclîseke wiha ye ji bo ku me gotiye ‘heta yek ji me bimîne em ê li vir bimîni’, ji ber soza ku me dayî gel em li vir in.’’