Li dijî bêdengiyê wê li Ewropayê çalakî pêk werin
'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê ya Ewropayê' di civîna xwe ya sêyemîn de, li dijî bêdengiya li pêşberî grevên birçîbûnê biryara çalakiyan wergirt.
'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê ya Ewropayê' di civîna xwe ya sêyemîn de, li dijî bêdengiya li pêşberî grevên birçîbûnê biryara çalakiyan wergirt.
Civîn 23'ê Nîsanê pêk hat û ji pêkhateyên platformê nûnerên KCDK-E, Yaşanacak Dunya, ATÎK, TJK-E, HDP Elmanya, SYKP Ewropa, ADHK, SKB, AveG-Kon, AGÎF, HDK Elmanya tevlî bûn.
Di civînê de plansaziya dema bê hate amadekirin.
Li gorî encamnameya civînê, biryar hate dayin ku 29'ê Nîsanê li Kolnê civîna çapemeniyê pêk were, 11'ê Gulanê bi beşdariya bi sedan kesî li Dusseldorfê xeleka ji mirovan bê pêkanîn, her rojên Çarşemê li ber Parlamenta Ewropayê çalakiya rûniştinê pêk were, her rojên Sêşemê li dijî bêdengiyê çalakiya dengderxistinê were kirin û li ser grevên birçîbûnê name bên nivîsandin.