Li dijî avahiya BDP’ê ya Îzmîrê êrîş

Li dijî avahiya BDP’ê ya Îzmîrê êrîş

Li Îzmîrê komek ya provokator êrîşî avahiya BDP’ê ya Îzmîrê kirin. Di êrîşê de camên avahiya BDP’ê şikandin.

Kes yan jî kesên ku nasnameyên wan nediyar şeva din bi keviran êrîş avahiya BDP’ê ya Îzmîrê ku li Çankayayê ye kirin.

Serokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mikaîloglû şevê din daxuyaniyek da û got: “Em niha di avahiyê de ne. camên avahiyê hatin şikandin. Duh jî bi keviran êrîş kiribûn. Me ne zanî kê êrîş kir. Tenê dikarin bi kameraya polîsan bêne tesbît kirin. Niha li avahiya bajar em nêzî 100 kesanin. Gelê me yê welatparêz dema ku agahî ji êrîşê bû tên avahiyê. Hêzên çevîk li ber avahiyê nobetê digirin. Koma êrîşkar hate belavkirin.”