Li dijî AKP’ê/Qesrê banga ‘Eniya Demokrasiyê’
TTB, KESK, TMMOB û DÎSK’ê li dijî şerê AKP’ê/Qesrê ku li hemberî Kurdan û muxalîfan ragihandiye, banga avakirina 'Eniya Demokratîk' kirin.
TTB, KESK, TMMOB û DÎSK’ê li dijî şerê AKP’ê/Qesrê ku li hemberî Kurdan û muxalîfan ragihandiye, banga avakirina 'Eniya Demokratîk' kirin.
TTB, KESK, TMMOB û DÎSK’ê li dijî şerê AKP’ê/Qesrê ku li hemberî Kurdan û muxalîfan ragihandiye, banga avakirina 'Eniya Demokratîk' kirin.
Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK), Yekîtiya Odeya Mîmar û Muhendîsan (TMMOB) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkar û Şoreşger (DÎSK) der barê rewşa dawî ya siyasî û nîqaşên li eniya demokrasiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di cîvînê de ku li Odeya Bijîşkên Stenbolê pêk hat, Serokê Desteya Rêveber a TMMOB’Ê Emîn Koramaz, Serokê Dîsk’ê Kanî Beko, Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê TTB’Ê Raşît Tukel û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl û partiyan amade bûn.
DARBE HATIYE KIRIN
Serokê TTB’ê Raşît Tukel daxuyaniya hevpar xwend û got, bûyerên siyasî yên li welêt diqewimin, zorê li wan dike ku bibin xwedî helwestekê. Tukel diyar kir, ev helwest li dijî desthilatdariya siyasî ku her diçe bêhtir dibe otorîte, divê weke eniya demokrasiyê xwe bi rê xistin bike. Tukel got, "Ev desthilatdariya ku xwe li ser dubendîkirina welêt ava dike û welatiyan dike dijminê hev, li hemberî çi kesê ku li dijî desthilatdariya xwe dibîne, şer radigihîne". Tukel wiha dewam kir: "Her roj bombe bi ser parçeyekî welatê me de dibarin, mirov têne kuştin, xweza tê talankirin, bajarên kevnar têne kavilkirin. Desthilatdariyê daraz kiriye bin kontrola xwe û welatê me her ku diçe dike girtîgehek. Weke ku ev ne bes bin jî destnedana wekîlan radike û ji bo leşkeran deslênedanê tîne. Darbe li vîna gel û li Meclîsê hatiye kirin."
'PÊDIVÎ BI ENIYA DEMOKRASIYE HEYE'
Tukel wiha di nav de çû, "Ev rewş di serî de gefê li kedkaran dixwe. Di civakeke wiha de ku bi polîtîkayên nîjadperest, paşverû, cihêkar tê dabeşkirin û bi polîtîkayên çewisandinê tê bêdengkirin de heqê kedê zêdetir wê were tepeserkirin. Wekî din desthilatdariya siyasî her ku van xakan bêhtir bê ewle dike û vediguherîne dojeha koleyên ku bi erzan dixebitin, ji hin sermayedarn jî hêzê distîne."
Tukel diyr kir, kesên ku bi halana şer şensê aştiyê ji destê gel distînin dijminê mirovahiyê, karker, xwerist, zarok, ajal û bajaran in û got, di nav van şert û mercan de pêdiviyeke lezgînî ye ku eniyeke demokrasiyê ya ku yekîtiya rikeberan ava bike, wê têxe nav tevgerê û li dijî taritiyê bibe 'fîşeke nîşanê' heye. Tukel diyar kir, di damezrîna pêvajoyeke bi vî rengî de, ew ê weke rêxistinên kedê û pîşeyan tişta ku were ser wan wê texsîr nekin û xwe têxin bin bar.
BANGA LI GELAN
Tukel bang li gelên Tirkiyê kir û got, "Em bang dikin kesên ku ji hêla desthilatdariyê ve weke 'dijmin' hatine ragihandin, bang li birayên xwe, hevreyên xwe û kesên ku helbestên Nazim di zimanê xwe gerandin û stranên aştiyê bi jibereyî dizanin mil bidin hev û di nav van şert û mercên giran ên Tirkiyê de ku her diçe xirabtir dibe, çarenûsa vî welatî biguherînin."
'JI YEKÎTIYÊ PÊ VE ÇAREYA ME NÎN E'
Serokê Desteya Rêveberiyê ya TMMOB’ê Emîn Koramaz got ew dixwazin yekîtiyê pêk bînin. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko jî diyar kir, çi kesê ku ew bi wan re axivîne daxwaz kirine eniyeke demokratîk were avakirin. Beko got, "Me gavek avêt. Teqez divê konfederasyonên din jî di nav vê de cih bigirin."