Li Deyr Ez-Zur pira dawî hilweşiya, çeteyên DAIŞ'ê hatin dorpêçkirin

Li Deyr Ez-Zur pira dawî hilweşiya, çeteyên DAIŞ'ê hatin dorpêçkirin

Pira dawî ya Deyr Ez-Zur a li rojhilatê Sûriyeyê ye, pira dawî bi teqîneke dijwar hat hilweşandin. Ev der xeta dawî ya tedarik a rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ a nîvê bajêr kontrol dikir, bû.

Li gorî agahiyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di teqîna sibeha Duşemê ya li Deyr Ez-Zur de "Pira Siyasî" hat hilweşandin. Li gorî saziyê, ev teqîn ji aliyê rejîmê ve hatiye kirin. Ev pir yek ji çar pirên li ser Çemê Firatê bû. Her sê pirên din jî di şerê sê salên dawî de hatibû hilweşandin.

Deyr Ez-Zur a li nêzî sînorê Iraqê ye, li her du aliyên Çemê Firatê cih digire. Aliyekî bajêr di destê DAIŞ'ê de ye, aliyê din jî di destê rejîmê de. DAIŞ a ku li Iraq û Sûriyeyê sûcên hovane dike, di meha Tîrmehê de komên xwe yên çekdar ên din ji Deyr Ez-Zur derxistibû.

Bi hilweşandina "Pira Siyasî" re herêma di bin kontrola DAIŞ'ê de hat dorpêçkirin. Li gorî Saziya Çavdêriyê, bi deh hezaran kesên li vê herêmê asê mane. Tê gotin ku sivîl û endamên DAIŞ'ê wê ji niha û pê ve neçar bimînin bi keştiyên biçûk çem derbas bikin.

Di demeke ku hêzên navneteweyî li hemberî DAIŞ'ê koalîsyon kirine de, rejîma Sûriyeyê li hemberî DAIŞ a berê pê re nediket şer, di hefteyên dawî de dest bi êrîşên hewayî kir. Di êrîşên hewayî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî analîstên Rojavayî, ji sedî 25 ê Sûriyeyê di destê DAIŞ'ê de ye. Yek ji van herêman jî Reqa ye. DAIŞ her wiha demeke dirêj e cîranê Tirkiyeyê ye. Têkiliya navbera van de êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn.

Li Sûriyeyê ji Adara 2011'an û vir ve şerekî giran tê jiyîn. Li gorî NY zêdeyî 191 hezar kes di vî şerî de mirin. Piraniya van jî sivîl in.