Li Deryaya Baltik û Stockholmê çalakiya ji Ocalan re azadî

Di salvegar Komploya navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Deryaya Baltik û Stockholmê çalakî hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên li Fîlandiya dijînî, bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li paytext Stockholm a Swêdê ji bo tevlî çalakiyê bibin bi keştiyê ketin ser rê.

Koma Kurdistanî ya ku beriya keştî bi rê bikeve, li rexên keştiyê alên PKK, KCK, YPG/YPJ û PJAK’ê vekirin û pankatên daxwaza azadiya Ocalan û posterên Ocalan hildan, her wiha dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “ Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” û “Bê Serok jiyan nabe” qîr kirin.

Kurdistaniyan dema ku keştî nêzî Stockholmê bûn heman tişt dubare kirin. Çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir ji aliyê kesên di keştiyê de eleqeyek mezin hate nîşandan.

Ji çalakgeran Aryo Mihrican û Dilan Yidiz ên ji Rojhilatê Kurdisanê têkildarî çalakiyê ji ANF’ê re axivîn.

Aryo Mihrican, diyar kir ku dema keştî bi rê ket nêzî 70 Kurdisatanî derketin ser lêvên keştiyê û ji bo azadiya Ocalan çalakiyek lidar xistin, têkildarî pirsên erkdarên ewlekarî û rêwiyan ya ji bo çi hûn çalakiyê lidar dixin wiha got:

 “Dema ku em armaca çalakiya xwe vegotin, eleqeyek mezin nîşan dan. Ji xwe hinekan Ocalan nas dikir, ên ku nas jî nedikirin maf dan çalakiya me. Erkdarên ewlekariyê ji bo me ti astengî dernexistin. Me diyar kir ku heta azadiya Ocalan û gelê Kurd em ê çalakiyê xwe bidomînin.”

Dîlan Yildiz jî got: “Çalakî eqeyek mezin dît. Ji bo siberojeke azad em dixwazin Rêbertiya me azad bibe. Azadiya gelê Kurd girêdayî azadiya Ocalan e.”

LI STOCKHOLMÊ KOMPLO HATE PROTESTOKIRIN

Komploya Navnetweyî li paytext Stockhol a Swêdê bi meş û mîtîngekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li jîngehên cuda cuda yên Swîsreyê dijîn, saet derdorî 13:00’an li pêşiya avaiya Konferderasyona Sendîkaya Karkeran a dîrokî ya li navendê kom bûn. Çalakgerên ku alên PKK’ê yên mezin û posterên Ocalan dewleta Tirk protesto dikir û pankartên azadiya Ocalan dihate xwestin hildabûn, di tevahiya meşê de axaftinên ku dewleta Tirk û komplo şermezar dikir hatin kirin.

Oktay Tûrgay ê bi komek hevalên xwe yên ji bajarê Karskoga tevlî çalakiyê bûn diyar kir ku 300 km meşiyane ji bo tevlî çalakiya ji Ocalan re azadî bibin.

Tûrgay ê got: “Baran, befir, serma ji bom e ferq nake. Divê hemû Kurd beşdarî çalakiyê azadiya Ocalan bibin. Bi teqez wê Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Wê azad bibe, azad bibe. Ti alternatîfek din nîne.” Tûrgay bang li hemû Kurdan kir piştgiriyê bidin têkoşînê.

Di çalakiya di bin baranê de derbas bû dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû”, “Bê Serok Apo jiyan nabe”, “Qatil Erdogan”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve” û “Em ê Ocalan azad bikin” hate qîrkirin.

Kurdisatniya li QadaNorrmalm piştî ku belavokên ku komployê şermezar dike û daxwaza azadiya Ocalan dike hate belavkirin.