Li Derya Spî nêzî 100 koçberên din winda bûn
Li Derya Spî diyar bû ku bota ku koçber lê bûn noq bûye û 90-100 koçber winda bûne. Bot li peravanên Libyayê noq bûye.
Li Derya Spî diyar bû ku bota ku koçber lê bûn noq bûye û 90-100 koçber winda bûne. Bot li peravanên Libyayê noq bûye.
Berdevkê keştîvaniya Lîbyayê general Eyûp Kasim diyar kir ku bota lastîkî ku 100 kes hildigirt noq bûye û ji van tenê 17 kes filitî ne û diyar kir, ji van kesên ku filitî ne hin jê jin in.
Vê Şemî û Yekşama bihurî li peravên Lîbyayê 50 kes winda bûbûn.
2017’an bi kêmanî 3 hezar û 111 koçber dema ku ber bi Ewropa ve diçûn li Behra Spî mirin.
Ji van 2 hezar û 833 li pervanên Lîbyayê mirin. 2016’an jî nêzî 5 hezar koçber mirin.