Li derveyî welat her der ji bo Ocalan bû cihê çalakiyan

Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Kurdistaniyan xwestin ku bila tecrîd rabe û saziyên navneteweyî têkevin dewrê. Çalakgeran diyar kirin, heta ku ew ji Ocalan agahdar bibin ew ê çalakiyên wan bidome.

BREMEN

Kurdistaniyên li Elmanyayê li bajarê Bremenê piştî bangewaziya KCDK-E û NAV-DEM’ê ber bi qada Domshofê ve meşiyan. Kurdistaniyan diyar kirin, heta ku ew ji Ocalan agahiyan werbigirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin, “Rêzdar Ocalan Rêberê bi milyonan însanan e, ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk şanseke mezin e.”

KIEL

Kurdistaniyên li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî ji pêşiya gara tirênê ya navendî ber bi avahiya NDR TV meşiyan. Kurdistaniyan xwestin ku bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin û gotin, “Di rewşeke neyînî de AKP, Dewleta Tirk û welatên Yekîtiya Ewrûpayê ew ê berpirsyar be. Roj berî rojekê divê YE û CPT têkevin nav hewldanan.”

BREMENHAVEN

Kurdistaniyên li Elmanyayê li bajarê Bremenhavenê dijîn têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

MUNÎH

Li Elmanyayê li bajarê Munîhê Kurdistanî li hev kom bûn û ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Haûptbahnofê çalakiyek li dar xistin. Kesên derdorê jî piştgirî dan çalakvanan.

BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê Kurd li Qada Alexsander Plaz ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûn. Kurd ji vê derê heta Potzdamer Plazayê meşiyan.

KASSEL

Li Elmanyayê li bajarê Kasselê jî Kurdistanî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajêr çalakiyeke meşê li dar xistin û diyar kirin ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

VIYANA

Kurdistanî li paytexta Avûstûryayê Viyanayê li pêşiya parlementoyê kom bûn û xwestin ku bila tecrîd were rakirin.

ATÎNA

Li Yewnanistanê li Atînayê jî li ser banga Meclîsa Gel a Atînayê Kurdistanî li qada Sytagmayê kom bûn. Girseyê bi qasî du saetan rê ji trafîkê re girt û ber bi Akademîasê meşiyan.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîkayê Brukselê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Garcentralê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Nûnerê KNK’ê yê Avûstûryayê Îsmet Taştan axivî û got, “Kurd heta ku ji Rêbertiya xwe agahiyan werbigirin, ew ê li qadan bin. Divê CPT û saziyên mafên mirovan têkevin nav hewldanan.”

TORONTO

Li Kanadayê li Torontoyê Kurdistanî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin. Kurd li rêya herî şên a Yontegan Dûndasê meşiyan û heta Dûndas Sqûarê çalakiya xwe domandin.

STOCKHOLM

Kurdistanî li Swêdê jî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Kurdistanî li qada Sergelê li hev kom bûn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.  Kurdistanî piştre çûn avahiya Televîzyona Dewletê ya Swêdê û li vê derê slogan berz kirin. Piştî ku rêveberiya televîzyonê soz dan ku ew ê vê mijarê lêkolîn bikin, girseyê çalakiya xwe bi dawî kir.

MONTPELLÎER

Li Fransayê jî Kurdistaniyên li bajarê Montpellîerê ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin û xwestin ku bila malbat û parêzêrên Rêber Apo biçin hevdîtinê.

STRASBOÛRG

Li Fransayê li Strasboûrgê jî bi heman mebestê Jinên Ciwan ê Azad û Ciwanên Azad li îstasyona tirênê çalakiyek li dar xistin.