Li derveyî welat çalakiyên Efrînê didomin: Erdoganê kujer!

Kurdistaniyên li Elmanya û Rusyayê dijîn û dostên wan, êrîşên dagirker ên li dijî Efrînê şermezar dikin.

Li bajarê Elmanyayê Moersê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Duisburg û Meclîsa Jinê Şehîd Asya Yuksel gel li gara Moersê civiya. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û çalakvanan bal kişand ser ku dewleta Tirk bi hevkariya çeteyan êrîş dibe ser Efrînê.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Efrîn ne bi tenê ye!”, “Tirkiyê ji Rojava bicehime!”, “Kujer Erdogan ji Kurdistanê bicehime!”, “Terorîst Erdogan!” û “Erdogan û DAÎŞ mîna hev in” hatin qîrîn.

HANNOVER

Li bajarê Elmanya Hannoverê li ber gara trênê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê Ronahî mitîng hate lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî mitîngê bûn. Çalakvanan alên TEV-DEM’ê û wêneyên pitik û zarokan hilgirtin ên ku hatine qetilkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ayfer Amara bal kişand ser ku polîsên Elman xwestiye destpêkê girseyê asteng bike û piştre jî êrîş birine ser girseyê.

Mitîng piştî axaftinên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî bi dawî bû.

BONN

Li bajarê Elmanyayê Bonê ji bo ku bala raya giştî bikşînin ser Efrînê, çalakiya ‘mirovê sekinî ye’ hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Bonn, PYD-Bonn û Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya Bonnê ve hate organîzekirin û li Musterplatzê pêk hat.

Kurdistaniyan û dostên wan belavok xwendin û belav kirin, bal kişandin ser êrîşên dagirker ên li Efrînê.

Wekî din qedexekirina alên YPG/YPJ û sekna li hember Kurdan a li Elmanya hate şermezarkirin.

IVANOVA

Li bajarê Îvanova yê Rusyayê Kurdistaniyan bi civînekê erîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê şermezar kirin. Her wiha ji ber ku dewleta Tirk sivîlan hedef digire û hêzên navnetewî jî li hember vê bêdeng dimînin, nerazîbûn hate raberkirin.

Di civînê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Erdoganê kujer” hatin qîrîn.”