Li Dersimê girse li dijî qeyûmê dest bi meşê kir
Li Dersimê siyasetmedar û çalakgerên ku li ber avahiya DEM Partiyê kombûn, ji bo desteserkirina şaredariyê şermezar bikin bi awayekî girseyî ber bi Qada Seyît Riza ve meşiyan.
Li Dersimê siyasetmedar û çalakgerên ku li ber avahiya DEM Partiyê kombûn, ji bo desteserkirina şaredariyê şermezar bikin bi awayekî girseyî ber bi Qada Seyît Riza ve meşiyan.
Desteserkirina şaredariya Dersimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Pulur a CHP’ê, li Dersimê tê şermezarkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Pariyê Tulay Hatîmogûllari, Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Sebahat Tuncel, Hevserokê Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Mûrat Çepnî, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk û gelek kes ên li ber avahiya DEM Partiyê ya Dersimê li hev kombûn, ber bi Qada Seyît Riza ve meşiyan. Piştî meşê li Qada Seyît Riza wê daxuyanî bê dayîn û desteserkirina şaredariyan a ji aliyê qeyûm ve bê şermezarkirin.
Çalakger bê navber dirûşmeyên “Şaredarî ya me ye, qeyûm bicihime” û “Berxwedan jiyan e” berz dikin.