'Li Dersimê bi deh hezaran kes hatin qetilkirin, divê qirkirin were naskirin'

ÎHD'ê bal kişand ku di Qirkirina Dersimê de bi deh hezaran kes hatine qetilkirin û got divê qirkirin were naskirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkilî Qirkirina Dersimê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Bi deh hezaran Kurd/Elewî hatibûn qetilkirin. Operasyonên leşkerî tevahiya sala 1938'an doman diye û bi komkujî, koçberkirina bi darê zaorê Dersim bi giştî hatiye valakirin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin tiştên ku hatine kirin divê weke 'qirkirin'ê were naskirin û hate gotin, ''Em parêzvanên mafê mirovan van komkujiyên ku di salên 1937-1938'an li Dersimê hatine kirin weke di Xala 76'an a TCK'ê de hatiye pênaskirin, weke qirkirinê pênase dikin. Gelê Dersimê ji ya ku hatî kirin re 'tertele' dibêje. ÎHD, tiştên ku di navbeyna salên 1937-1938'an de hatine kirin weke qirkirinê bi nav dike, ev trajediya dîrokî ji hêla hiqûqa mafê mirovan ve mijara pê re hevrûbûnê ye û encex bi vê çarçoweyê dikare were nirxandin. Ji bo hevrûbûna bi ya bûyî re û ji bo ku hemû heqîet derkeve holê hewceyî bi vîneke siyasî ya xurt heye.''

ÎHD'ê he wiha got bêyî ku li benda van xebatan were sekinandin xwest ku navê Dersimê lê were vegerandin, cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî were aşkerekirin, aqûbeta keçên Dersimê ku dema qirkirinê nehatine qetilkirin û sax hatine girtin were aşkerekirin û wan bigihînin malbatên wan, dawî li polîtîkaya valakirina Dersimê were danîn, HES û bendavên din werin betalkirin û dawî li ziyana çandî were anîn, navendên sirûştî û çandî werin parastin û wan dewrî nûnerên xwecih ên gelê Dersimê bikin.