NÛ BÛ-Li Dersimê bi beşdarbûna bi hezaran kesî mîtînga HDP’ê

Bi beşdarbûna hezaran kesî li Qada Seyîd Riza mîtînga HDP’ê destpê kir.

Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dersimê li Qada Seyîd Riza bi beşdarbûna hezaran welatiyên Dersimê destpêkir. Beriya mîtîngê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Pira Seyîtlî ji aliyê namzetên HDP’ê yên Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl û Alî Can Onlu û Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Mûrat Polat ve hate pêşwazîkirin.

Piştre bi kanvoya wesayitan ber bi navenda Dersimê ve ketin rê. Konvoya Temellî li nêzî gundê Tûrîşmekê ji aliyê sedan welatiyên Dersimê ve bi dirûşme û tilîliyan hate pêşwazî kirin.

Konvoya bi sedan wesayîtan bi coşeke mezin derbasî navenda Dersimê bûn. Welatiyên Dersimê ji balkonên malên xwe, ji rêyan bi nîşaneyên serkeftinê konvoya HDP’ê pêşwazî kirin.

Piştî tûra bajar li Qada Seyît Riza bi beşdarbûna bi hezaran kesî mîtînga HDP’ê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Mûrat Polat axaftina vekirinê kir û wiha got; “Dersimî ji peyva bendê qet hesnakin, wê benda hilbijartinê hilweşînn. Ev 30 sal e li dijî bendan em têdikoşin. Ji bo ked, demokrasî, aşitî û edaletê em ê benda hilbijartinê jî hilweşînin.

Piştî axaftina Polat axaftina namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a di TRT’ê de hatî weşandin hate guhdarkirin. Axaftina Demîrtaş ji aliyê gel ve bi çepik û dirûşmeya ‘Em HDP, em biçin Meclîsê’ hat pêşwazîkirin.

Mîtîng wê bi axaftinên Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, namzetên HDP’ê Meral Hanbayat Yeşîl û Alîcan Onlu, namzetê HDP’ê yê Enqereyê Velî Saçilik, axaftinên nûnerên partiyên siyasî û guhdarkirina stranan bidome.

Temelî di mîtînga Dersimê de axivî û bal kişand ser van xisûsa:

“Em ê bi hev re 24’ê Hezîranê vê hişmendiya faşîst hilweşînin. Sergoya faşîzmê em ê bavêjin.

16 sal in ji derveyî derewan tiştekî din ji bo mirovan nekiriye, ji derveyî hejartiyê tiştke nedaye. Hemû jiyan bi qedexeyan dorpêç kiriye. Dema ev dikirin jî mirovan kirin dijminên hev. Gel û bawerî kirin dijminên hev. Ji bo dawîkirina vê didestê me de ye. Em ê bên gel hev û dawî li vê kîn û nefretê bînin.

Hemû gel, bawerî, kedkar, jin û ciwanên vî welatî wê mil bidin milên hev. Em ê vê bendê bi hev re hilweşînin. Em ê 24’ê Hezîranê vê benda li pêşiya demokrasiyê bûye asteng hilweşînin. Vê dizanin ji bo wê serî li her rêbazên provakatîv didin. Em ê 24’ê Hezîranê vê lîstikê bi dengên xwe têk bibin.

Dizane ku eger HDP li bin bendê bimîne wê 80 parlemeter ji bo wan biçin. Wê bêjin ‘piraniya parlementoyê me bidest xistiye, ji bo di rêveberiyê de istikrarî bibe, tûra duyan jî ez ê bigirim.’ Pirşî ku tûra duyan jî girt, wê bi temamî rêya demokrasiyê bê girtin. Ji ber wê em dibêjin an rejîma Erdogan an demokrasî. Ji bo wê dibêjin ne 80 parlemeter 180 parlemeter biçin Meclîsê.

Eger ku em dixwazin li vî welatî pirsgirêk çareser bibin rêya vê demokrasî ye. Em ê li vî welatî demorasiyeke rast pêk bînin, em ê hemû pirsgirêkên vî welatî çareser biin. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka baweriyê, pirsgirêka bi hev re jiyanê jî em ê çareser bikin. Çareseriya her tiştî demokrasî ye.

Em niha di nava mercên Rewşa Awarte dijîn, yek ji welatê ku herî zêde bûye mexdûrê Rewşa Awarte Dersim e. Welatî ji kar û keda xwe bûne. Bûye rejîmeke ku azadiyê sînordar dike. Tişta ku Erdogan kirî pêkanîna rejîma Rewşa Awarte ye.

Eger ku îro pirsa Kurd çareser nabe, pirsgirêkên din nayên çareserkirin yekane sedemê vê ev hişmendiya çet e. Êdî nikarin xwe. Nizanin çi dikin.

Pereyên me girtin çû pir çêkir. Tû kes li ser piran derbas nabe, dema ku hûn 2 caran derbas bibin hûnê mûçeyê wê razînin. Dibêje ‘yê perêyî wî hebe bila derbas bibe’. Kesên pereyên wan hene bila piran derbas bikin, yê pereyê wî nebe bila bedela piran bidin. Bi vergiyên ji we distîne çavkaniyê ji mutehîtan re ava dike. Kesek bi ser pira Bakirkoyê re derbas nabe; qemyûn, otubus û ji dikandaran re dikin neçarî. Divê em vê hişmendiyê hilweşînin. Ger em ne hilweşînin faîz jî nakeve dovîz jî nakeve. Lê ger ku Erdogan bikeve wê faîz û dovîz jî bikevin.

Dibêje aborî mezin bû û hûn hê çi dixwazin? Em mafê xwe dixwazin. Bi mûçeyên sefaletê em naxwazin kar bikin. Piştî ku em teqawîd bûyîn em naxwazin kar bikin. Em jiyaneke bê asteng dixwazin. Karê wekhev pereyê wekhev em dixwazin. Em naxwazin jin li derveyî karê jiyanê û jiyana civakî bê par bimîne.

Têgiha wan ya rêveberiyê tenê qeyûme. Xespkirina îradeya mirov e. Divê em bi hevre ji vê hişmendiya qeyûm rizgar bibin.

Em derbasî dîroka abariya cîhanê bûn. Li cîhanê pîvaz û pitatên herî giran li vî welatî ne. Nikare bi pîvaz, pitatê re serî rake, wê bi krîza aborî re serî rake? Nikare.

Tenê tiştek ya wan heye bikin. HDP li binê bendê de bihêle, bi encamên dixwaze bi ÎMF’ê re li ser mêze rûne û politîkayên şidandina kemerê pêk bîne. Kemerekî me nîne ku em bişidînin. Em ê mil bi milê hev bidin. Em ê ne bi ÎMF’ê re bi piştevaniyê vê enqazê rabikin. Rêya vê jî Bernameya Belavkirina bi Heq e.

Di desthilatdariya me de, em ê wezareta jinê, wezareta zarok û wezareta astengdaran ava bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn yên vî welatî di wê mijarê de divê em bibin xwedî teşkîlat. Lê ev dibêjin wê hejmara wezareta kêm bikin. Wezareta Xebat û Wezareta Malbatê bikin yek. Ji ber ku ev naxwazin zarok, jin, astengdaran bibînin. Ji ber ku dema dîtin wê pirsgirêkê bibînin. Lê ew wê ÎHA, SÎHA bigre, santralên termîk ava bike. Wê bizivire bibêje hûn hê çi dixwazin. Em mafê xwe dixwazin.

Gelek kêm maye, piştî 2 rojan em ê biçin ser sindoqan. Dema me destpêkir me got şifreya wê 7-24. Yanî 7 roj û 24 saten kar kirin. Van di rojan jî em ê xebatan bidomînin."