Li Dêrikê 5 cerdevanan çek danî
Li gundê Xanok ê girêdayî Dêrikê, 5 cerdevanan tevlîbûna operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê red kirin û îstifa kirin.
Li gundê Xanok ê girêdayî Dêrikê, 5 cerdevanan tevlîbûna operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê red kirin û îstifa kirin.
Li gundê Xanok ê girêdayî navçeya Dêrik a Mêrdînê, 5 cerdevanên bi navê Mahsûm Ekîncî, Mehmet Erol, Emrûllah Erol, Mehmet Sonmez û Bariş Ertekîn beşdarbûna operasyonên qirikirinê yên dewetê red kirin, daxwaznameyên xwe yên îsifayê pêşkêşî Qeymeqamtiya Navçeyê kirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, rejîma AKP’ê dixwaze cerdevanan jî beşdarî operasyonên qirkirinê yên li Nisêbînê bikin, lê cerdevanan ev daxwaz red kirin û daxwaznameyên îsifayê pêşkêşî qeymeqamtiyê kirine.