Li derdora Şamê nêzî 90 endamên komên çekdar hatin kuştin

Li derdora Şamê nêzî 90 endamên komên çekdar hatin kuştin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navedan wê li Londonê ye ragihand, ku di nava 48 saetên dawî de li derdora paytexta Sûriye Şamê nêzî 90 "serhildêr" hatine kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku çavkaniya bingehîn a medya Rojavayî ya li ser pevçûnên Sûriyê ye diyar kir ku li herêma Adra ya bakurrojhilatê Şamê, di encama kemîna hêzên taybet ên artêşa Sûriyê û şervanên Hîzbûllah a Libnanê de, tevî "serhildêrê" ne ji Sûriyê 29 "serhildêr" hatine kuştin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA jî li gorî agahiyên ji çavkaniyeke leşkerî wergirt da xuyakirin ku unîteyeke El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê hewl daye derbasî rêya rojhilat bibe û di encama kemîna "baş hatiye amadekirin" piraniya endamên komê hatine kuştin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir, ku roja Pêncşemê di pevçûna bi "raperînerên" êrîşî nuqteyên leşkerî yên li Ruheyba kir de herî kêm 46 "serhildêr" hatine kuştin.

Hat ragihandin ku 11 endamên komên çekdar jî li herêma Şamê di pevçûnan de hatine kuştin.

Li herêma Adra ya li bakurrojhilatê Şamê, di kemîneke roja 7'ê Tebaxê de 65 endamên komên çekdar hatibûn kuştin, 8 jî winda bûbûn. Adra ji ber ku yek ji nuqteyên rêya çûyîna herêma çandiniyê Gûta Rojhilat e û gelek komên çekdar lê bicih bûne, xwedî girîngiyekê ye. Di pevçûnên 21'ê Tîrmehê yên li Adra de 49 endamên komên çekdar hatibûn kuştin.

Li gorî rapora dawî ya saziya çavdêriyê, ji Adara sala 2011'an roja destpêkirina pevçûnên li Sûriyê û vir ve zêdeyî 110 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane.