Li Denîzliyê mîtînga 'Ji Ocalan re azadî'

Li Denîzliyê mîtînga 'Ji Ocalan re azadî'

Li Denîzliyê di pêşengiya BDP û HDP'ê de bi dîrûşma 'Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statu' û ji bo piştgiriya Rojava mîtîng hat lidarxistin.

Ji aliyê rêxistinên BDP û HDP'ê yên Denîzliyê bi dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' û ji bo piştgiriya Rojava li Bazara Taxa Esentepe mîtîng hat lidarxistin. Li qada mîtîngê pankarta "Şehîde Rojava Serkan Tosun nemir e", "Em şoreşa Rojava silav dikin" û afîşên BDP û HDP hatin daliqandin. Di mîtîngê de bênavber dirûşmên; "Bijî Serok Apo", "Serkan Tosun nemir e", "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Bi qasê hezar kes tevli mîtîngê bûn. Her wiha Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Hayrî Ateş, endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Yusuf Kaya û Yildiz Çelîk, serokê rêxistina BDP'ê ya Denîzliyê Mehmet Tahîr Kaya, endamên HDP'ê û xwendekarên Zanîngeha Pamukkaleyê tevli mîtîngê bûn. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hunermendên herêmî stirîn û gel govend gerandin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Hayrî Ateş anî ziman ku li hember agirbestê dîsa jî AKP dev ji polîtîkayên şîdetê bernedaye û di nav 9 mehan de li Licê û Geziyê sivîl hatin qetilkirin û wiha got: "Ger li vî welatî pirsgirêkên îro tên nîqaşkirin û lêgerînên çareseriyê hebin, ev bi saya birêz Ocalan pêk hatiye. Em deyndarê Ocalan in. Li hember evqas gav avêtin û niyetên baş dîsa jî AKP li pey dîktatoriyê ketiye. Ji bo pêvajo bidome, divê Ocalan serbest bê berdan. Hikûmet li şûna berpirsyariya xwe bîne cih li pey berjewendiyên xwe yên ji bo hilbijartinê ketiye. Li Tirkiyeyê bi vî rengî aştî pêk nayê."

Ateş destnîşan kir ku polîtîkayên hikûmeta AKP'ê li Rojava deşîfre bûne û wiha got: "Rojava ji bo Rojhilata Navîn modelek e. Ji ber vê yekê tenê alîkarî dayîna xwarinê, li gori ruhê şoreşê nîne. Şoreşa Rojava ji bo gelan hêviyên azadiyê ye." Piştî axaftinan mîtîng bi dawî bû.