Li Den Haagê salvegera PKK’ê bi coş hate pîrozkirin

Salvegera 40’ê ya PKK’ê ji aliyê bi hezaran kesî ve li Den Haagê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Ji aliyê bi hezaran kesî ve salvegera 40’ê ya PKK’ê li bajarê Den Haagê hate pîrozkirin. Pîrozbahiya bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir li ser navê Baran Sason ê ji Hollandayê ku li Rojava şehîd bûbû, axaftin hate kirin. Her wiha di şahiyê de sînevîzyoneke ku têkoşîna 40 salî ya PKK’ê li xwe digire hate nîşandan.

Dîsa peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a bi dîmen jî hate nîşandan û Bayik di peyama xwe de ev tişt got: “Tacîdarkirina serkeftinê ya vê têkoşînê, deynê me yê li hemberî şehîdên me ne û em ê bi ser bixin.”

Şahiya ku bi axaftinên li ser navê nûnerên MLKP’ê dom kir, bi gerandina govendê ve dewam dike.

Di şeva şahiyê de Hunermend Xecê, Ergîn Xelîkan û Farqîn derketin ser dikê.