Li Den Haagê li ber derê OPWC çalakî

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê çekên kimyayî bikar anî û şûnde, Kurdistaniyan bang li saziyên navnetewî kir ku erka xwe pêk bînin.

Li ber derê rexistina qedexekirina çekên kîmyayî (OPWC) ên girêdayî Neteweyên Yekbûyî a li bajarê Den Haag a Hollanda çalakî hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku banga OPWC’ê kirin ku erka xwe pêk bînin, dosyaya girêdayî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya ku çekên kîmyayî li ser Efrînê bikar anî, radestî rayedaran kirin.

Çalekî bi banga tevilbûna meşa sibe, bi dawîbû.