Li Den Haagê êrîşên li ser Efrînê hate şermezarkirin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi çalakiyeke girseyî hate şermezar kirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi çalakiyeke girseyî hate şermezar kirin.
Gel danê nîvro li pêşiya parlamentoyê mîtîngek lidarxist û piştî mîtîngê ber bi navenda îstasyonê ve meşiyan.
Li îstasyonê gel çalakiya sivîl lidarxist û peyama “Heta ku dagirkerî bi dawî nebe em ji qadan naçin” hate dayîn.
Çalakî bi dirûşmeya ‘Terorîst Tirkiye, Kujer Erdogan’ bi dawî bû.