Li Den Haag qetlîama Rojava hat şermezarkirin

Li Den Haag qetlîama Rojava hat şermezarkirin

Qetlîama ku li Rojavayê Kurdistan ji aliyê komên çete yên girêdayî El-Nusra pêk hatin li bajarê Den Haag ê Hollanda bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de banga “  Em bi Rojava re destek û piştevaniyê pêş bixin” hat dayîn.

Meş li bajarê Den Haag ê Hollanda li Navenda Çand Kurd saet 15.00’an bi beşdariya girseyeke qelebalix destpê kir. Nûnerê YNK’ê yê Hollanda, nûnerê Koma Goran û endamên TKP-ML jî di nav de ji gelek sazî şexsiyetên ji Tirkiyeyê ku beşdarî meşê bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, PYD, PJAK û wêneyên zarok û jinên hatine qetilkirin hatin hildan.

Di meşê de bi zimanê Hollandî û Kurdî “Qatil El Qaîde”, “Qatil El-Nusra”, “Wê PYD hesabê qetlîamê pirs bike” hatin berzkirin. Di axaftinên ku di tevayî meşê de hatin kirin ji gelê Hollandî re banga “Ji qetlîaman re bêdeng nemînin hat kirin.

Piştî meşa ku li Qada Konîng bi dawî bû mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi rêzgirtinê destpê kir ji PYD’ê Fuat Omer axivî.  

Omer di axaftina xwe de ku bêdengiya li hemberî qetlîamê rexne kir got, “Ez Şoreşa Rojava, gelê me yê li ber xwe dide û we ji bo serketina dîrokî pîroz dikim. Şehîdên me bi bîr tînim.” Omer di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku ji ber Tirkiye, Yekîtiya Ewropa û Amerîka destketiyên gelê Kurd hezm nakin li hemberî qetlîaman bêdeng in.

Fuat Omer destnîşan kir ku medyaya Rojava lîstika korbûn, kerbûn û lalbûnê dilîze û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê di roja me de van komployan ji holê rake. Wê hêz û çete nikaribin destketiyên gelê Kurd paşde bixin. Ji ber ku gelê Kurd di encama ked û berdêlên mezin de ev bi dest xistine.”  

Di mîtîngê de nûnerê YNK, tevgera Goran û siyasetmedara Kurd Dîlek Kurt jî axaftinek kir.