Li dehan bajaran çalakiyên ji bo azadiya Ocalan pêk hatin

Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û daxwaza azadiya wî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin.

Bi banga dîwana hevserokatiyê ya KCDK-E û TJK-E’ê, li 20 bajarên 9 welatan çalakiyên protrotestokirinê hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de komploya li hemberî Ocalan a 9’ê Cotmehê û tecrîda li Îmraliyê heyî hate protestokirin û bêdengiya hikumetên Ewropayî hate şermezarkirin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya CDK-F û TJK-F’ê meş û mîtîng hate lidarxistin. Meş li qada Republiqueyê destpê kir û heta Chateletê dewam kir. Di meşê de, pankarta ku li ser, "Ji Ocalan re Azadî”  hatî nivîsî hat rakirin û bê navber dirûşmeyên, “Kujer Erdogan, Hevkarê wê Ewropa” hatin berzkirin.

LIEGE: Li bajarê Liege ê Belçîka bi pêşengiya YJK-B û Nav-Belê bi heman armancê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku li qada Slambertê hatî lidarxistin de pangartên ji bo balê dikêşin li ser tecrîda Îmraliyê û azadiya Ocalan tê xwestin hatin rakirin.

DARMSTADT: Li qada Luisen a bajarê Darmstadt ê Elmanyayê çalakî hat lidarxistin û bi sedan kes tevlî dibe. Çalakvanan meş pêk anîn û dîsa vegeriyan heman qadê û mîtîngek pêk anîn.

DARMSTADT: Bi sedan kes tevlî çalakiya li Qada Lûîsen a li bajarê Darmstadt a Elmanyayê bûn. Çalakvanên ku li qadê dest bi meşê kirin, pişre li qadê mîtîngek hate kirin.

SAARBRUCKEN: Li bajarê Sarbrucken ê Elmanyayê jî mîtîngek hate kirin. Di mîtînga gelek belavok hatin belavkkirin de Hevserokê NCKD Delîx Îbrahîm axivî û tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk şermezar kir.

Li ser navê MKPD’ê Sûsanne Aaûlenbacher jî axivî û daxwaza bidawîkirina krîmînalîzekirina li ser Kurdên Ewropa tê kirin, xwest. Li ser navê Tevgera Jinan a Êzidî TAJÊ’ê Qashem Agirman axivî û divê jinên Êzidî li her derê azadiya Ocalan qîr bikin.

BREMEN: Bi sedan kesên li pêşiya gra trenê ya Bremenê kom bûn, tecrîda li ser Ocalan protesto kirin. Di çalakiyê de bi hinceta qedexeya posterên Ocalan hate gotin ku neyê danîn wê rê neyêdayîn ku meş bê kirin. Lê gel gav bi şûnde neavêtin û bi al û posteran meşa xwe domand.

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê tecîra li ser Ocalan bi meşekê hate protestokirin. Îtaliyan jî piştgirî dan meşê. Di meşê de dirûşmên daxwaza azadiya Ocalan hatin kirin. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser rewşa Ocalan û bêdengiya hikûmeta Ewropa hate şermezarkirin.

DEN HAAG: Bi tevlîbûna sedan welatiyan li bajarê Den Haag ê Hollandayê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de tecrîd û komplo ya li ser Ocalan hate protestokirin. Di belavokên bi zimanê Hollandî û Îngilîzî hate xwendin de bal hate kişandina ser tecrîdê.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd DEM-NED Engîn Yurtsever anî ziman ku wê tecrîdê bişkînin û li Kurdistana azad bijîn. Komunîst û Sosyalîstên Tirk jî piştgirî dan çalakiyê.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê 9’ê Cotmehê komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Kurd û dostên wan ên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd û Meclîsa Jinan a Amarayê li pêşiya avahiya Federasyona Sendîkaya Karker a Swêdê (LO) kom bûn, pankatên ku tecrîdê şermezar dikin û daxwaza azadiya Ocalan dikin vekirin, li gel posterên Ocalan û alên PKK,KCK û YPG/YPJ’ê ji Qada Norraboantorgetê dest bi meşê kirin. Li pêşiya meşê posterê mezin ê Ocalan hate hildan.

Li qadê li ser navê NCKD daxuyaniya têkildarî 9’ê Cotmehê hate xwendin. Di çalakiyê de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê Yekîtiya Ewropa zextê li dewleta Tirk bike.

GAVLE: Li bajarê Gavle yê Swêdê Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, li navenda bajar ji bo 9’ê Cotmehê komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln û şikandina tecrîdê belavok hate belavkirin. Ji ber eleqeya zêde ciwanan spasiya gel kirin, diyar kirin ku heta azadiya Ocalan wê têkoşînê bidomînin.