Li Danîmarkayê panela bi mijara ‘Tirkiye ber bi kû ve diçe”

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê panela bi mijara pêşketinên siyasî yên li Tirkiye, pêvajoya aştiyê, azadiya îfade û çapemeniyê hat lidarxistin.

Panela ku li Kopenhagê hate lidarxistin, ji aliyê malpera nûçeyan a Kurdan Nûdem.dk a bi Danî weşan dike û Civata Xwendekar û Akademîsyenên Kurd a Danîmakayê ve li Kûltûrsatîonen Vanlose hat lidarxistin. Rojnamevan Pola Rojan Bagger, Parlamentera Enhedslîsten Nîkolaj Vîllûmsen, ji Zanîngeha Kopanhagê Doçend Mahîas Fîndalen Bîckersteth û Klaûs Slavensky ya endama Desteya Rêveberiya PEN’a Danîmaka ya ji bo azadiya îfadeyê û çapemeniyê têkoşînê dimeşine weke axaftvan beşdar bûn.

Ji Nûdem.dk’ê Îbrahîm Benî axaftina vekirinê kir û pêşketinên dawî yên li Tirkiyeyê nirxand.

Pola Rojan Bagger jî diyar kir ku pêvajoya aştiyê xirab derbas nebû. Serkeftina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê û serkeftina Kurdên Rojava ya di destpêkê de li Kobanê û piştre jî li Girê Spî, Erdogan xist nava fikaran û ji ber vê Kurd ji bo xwe weke tehdîdekê dît û ji ber vê dest bi êrîşan kir.

Panel piştre bi pirs û bersivan berdewam kir.

...