Li Parîsê qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez dê sibe li Danîmarkayê bi meşekê were protesto kirin. Federasyona Komeleyên Kurd yên li Danîmarkayê (FEYKURD) roja borî komkujî şermezar kiribû.
FEYKURD’ê di daxuyaniya dayî de diyarkir ku, ev komkujî derbeyeke li dîplomasiya gelê Kurd û tevgera jina azad. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Heta kiryarên komployê aşkera bibin ew dê şopdarê vê dozê bin.” FEYKURD’ê banga hîstiyariyê li dost û gelê Kurd yê li Danîmarkayê jiyan dikin kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, meş dê di demjimêr 13.00’an de ji Vesterbro Torvê heya Radhusplasdenê bimeşin. Dîsan dê 13’ê Çileyê roja Yekşemê Navenda Çanda Kurdan ya Kopenhagê dê di demjimêr 13.00’an de merasimek ya bîranînê li darbixe.