Li Danîmarka û Fransayê pîrozbahiyên salvegera PKK’ê
Li Danîmarka û Fransayê sala 40’emîn ya PKK’ê hate pîrozkirin.
Li Danîmarka û Fransayê sala 40’emîn ya PKK’ê hate pîrozkirin.
KOPENHAG
Kurdistaniyên li Danîmarkayê xwe amade dikin ku şeva Şemiyê salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz bikin. Ciwanên welatparêz jî li Kopenhagê mîtîngeke meşaleyî lidarxistin.
Di çalakiyê de ji bo tevlîbûna bihêz ji bo pîrozbahiya şeva Şemiyê bang hate kirin.
MANTES LA JOLÎE
Li bajarê Mantes La Jolîe yê Fransayê jî di bin pêşengtiya Ciwanên Azad de salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK’ê û Ciwanên Azad hate hildan.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘PKK gel e, gel li vir e’ hate qîrkirin.
Li aliyê din di çalakiyê de azadiya Ocalan hate qîrkirin, bi ruhê ‘Serî Hîlde’ ji bo 2’ê Kanûnê ku wê li Stûttgartê li hev bicivin peyam hate dayîn û banga tevlîbûnê ji bo çalakiya li Strasboûrgê li hemû kesî hate kirin.