Li Colemêrg û Amedê 10 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA-Star li Colemêrg û Amedê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 10 lşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA-Star li Colemêrg û Amedê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 10 lşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan lidar xistin daxuyaniyek da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
“13’ê Nîsanê di saet 19:40’an de hêzên me li dijî Girê Ronhî ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji du baskan ve çalakiyek lidar xistine. Baskê yekem ê çalakiyê kete gir û bi çekea RPG-7, çeka ferdî û bombeyan li çeperan xistine. Baskê duyemîn jî bi çeka RPG-7 û çekên ferdî bi awayekî pir xurt li çeperan xistine. Her wiha yekîneyên me yên sekvan jî li leşkerên li gir xistine û 3 leşker hatin kuştin. Dîsa di heman demê de hêzên me yên çekên giran jî li çeperên li ser gir xistine. Di encama çalakiyê de çeperekî ya çeka 1A-4 û 7 çeperên din hatin rûxandin, 9 leşker hatin kuştin. Di şerê qewimî de gerîlayekî me bi qeheremanî şer kir û gihişte şehadetê.
13’ê Nîsanê artêşa Tirk operasyona ku li herêma Sîsê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê dabû destpêkirin jî dewam dike.
10’ê Nîsanê saet 08:00’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Tîm ê girêdayî navçeya Pîran a Amedê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin , leşkerek jî hatiye birîndarkirin.
1’ê Nîsanê saet di 18:00’an de hêzên me li dijî leşkerên li navbera Qereqola Agol û ser rêya Amed-Çewligê nava tevgerê de bûn çalakiyekî ya sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker birîndar bûne.
GERÎLAYEKÊ JIYANA XWE JI DEST DA
Di meha Tebaxa 2016’na de di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser Hêrêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyê me Argeş (Rêzan Tunç) birîndar bibû. Tevî hemû hewldanan hevrêyê me Argeş tevlî karwanên Şehîdan dibe.”
Nasnameya gerîlayê me yê ji şehîd ketî wiha ye:
Nasnav: Argeş Şirnex
Nav û Paşnav Rênas Tunç
Navê Dayikê-Bav: Narinç- Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Mexmûr
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebaxa 2016’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê