Li Cizîrê leşkerek bi giranî birîndar bû

Li Cizîrê leşkerek bi giranî birîndar bû

Li navçeya Şirnexê Cizîrê li Tabura Tankê di encama guleya ku ji çeka leşkerekî derketî de bû sedema birîndarbûyîna leşkerê li rex xwe.

Li gorî daxuyaniyên ku rayederên Tirk kirî li taburê di encama henek kirina du leşkeran de ku di destê yekî de çek di teqe Tegmen Î.K. ji singa xwe birîndar dibe. Leşkerê ku bi giranî birîndar bû, piştî ku li nexweşxaneya Dewletê a Cizirê dermanbûna yekem hete kirin şûnde rakirine Nexweşxaneya Leşkerî a Amedê.

Hat ragehandin ku li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpê kirin.