Li Cizîrê Îbrahîm Çîçek ê 80 salî jiyana xwe ji dest da

Li Cizîrê, welatiyê bi navê Îbrahîm Çîçek ê 80 salî yê nexweş, ji ber ku polîsan nehiştin ambûlans bê taxê, jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîrê, welatiyê bi navê Îbrahîm Çîçek ê 80 salî yê nexweş, ji ber ku polîsan nehiştin ambûlans bê taxê, jiyana xwe ji dest da.

Gelê Cizîrê yê bi rojane li dijî êrîşên polîs, tîmên taybet û leşkeran ên bi çekên giran, bi canê xwe li ber xwe dide, her rastî êrîşan tê. Tevî êrîşên giran ên li taxên Nûr, Sûr, Cûdî û Yafesê, welatî danê êvarê herikîn kolanan û tevlî çalakiya protestokirinê ya xirecirê bûn.

Di dema çalakiyê de ji taxan dengê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Cizîrê" bilind bû. Di êrîşên polîsan ên dema çalakiyê de zaroka bi navê Gulîstan Babat (15) û zarokeke navê xwe nehat zanîn birîndar bûn.

Malbatan xwestin zarokên birîndar rakin nexweşxaneyê, lê polîsan nehiştin. Li ser vê yekê malbat hewl didin bi derfetên xwe zarokên xwe tedawî bikin.

Di heman demê de welatiyekî bi navê Îbrahîm Çîçek ê 80 salî yê pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hene nexweş ket. Malbat û xizmên wî xwestin wî rakin nexweşxaneyê û bang li ambûlansê kirin. Lê belê ji ber ku polîsan nehiştin ambûlans bikeve nava taxê, welatiyê extiyar jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Çîçek li mala wî tê ragirtin.