Li Cizîrê bi dehhezaran Newrozê pîroz dikin

Li Cizîrê bi dehhezaran Newrozê pîroz dikin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi deh hezaran kes li dora agir bûn xelek û bi al û posteran peyama "Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe" dan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi deh hezaran kesan bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" mitînga Newrozê li dar xistin. Serê sibê ji taxên Cudî, Sur, Yafes, Nur, Dîcle, Kale, Konak, Alîbey, Şah û Dagkapi bi 7 aliyan de gel ber bi Qada Çarkendal a li taxa Sur bi alên PKK, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Li qada bi alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin jinên botanê bi kincên xwe yên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn vegeriya deryaya rengan.

Li ser dikê posterekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê mezin, pankratên "Bi giyana gel a şoreşgerî, ji Rêber Apo re silav", "Botan serhildan e, serhildan azadiya rêber Apo ye" , "Yan bi rêber Apo re jiyana azad, yan ji şehadeta bi rumet", "Heya rêber Apo azad nebe, aşiti şaşitiye" , "Şoreşa Rojava, şoreşa tevahiya Kürdistanê ye" hatin daliqadin. Li Girê Çarkendal ê li qada mitîngê pankarta "HPG teminata hebûna gelên Kurd e" hate daliqandin. Mitîng bi govendanê dest pê kir.

'YÊN JI VIR BIÇIN METÎNGER IN'

Ciwanên ji taxa Cudî bi alên PKK, HPG û KCK'ê û posterên Ocalan bi meşê hatin qadê coşa gireyê herî zêde bû. Ciwanên gihiştin qadê li Girê Çarkendal li 3 nokteyan qalên PKK'ê yên mezin vekirin. Endamê Komîteya Amadekar Nezîr Akergîn bi silavkirina gel pîrozbahiya Newrozê da destpêkirin. Piştî axaftinê sruda "Ey Reqîp" hate xwendin û rêzgirtin pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, diyar kir ku ji bilî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu pêşniyarên din ên çareseriyê qebûl nakirin û wiha got: "Gelê Botan her tim girêdana xwe ya bi rêberê xwe re nîşanî hemû cihanê da ye. Kesên dibêjin bila gelê kurd dest ji çekan berde biçe baş bizanin em ev ax bi xwîna xwe avda. Ji ber vê yekê yên ji vir biçin hêzên metînger in."

'GELÊ BOTAN DILSOZIYA XWE NÎŞANÎ SEROKÊ XWE DAYE'

Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî bi silavkirina gel dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku Cizîrê di salên 92'yan pêşengiya serhildanê kir û heke rêbertî bixwaze dê pêşengiya aştiya bi rûmet jî bikin û ji wê yekê re amadene û wiha got:

"Me li Cizîra Botan serhildan da destpêkirin. Ez niha ji deh hezaran welatiyên cizîrî dipirsim. Gelo hûn ji aştiyê re amade ne? Berê xwe bidinê gelê me amade ye. Rêberên me amade ne. Di 21'ê Adarê de di Newroz Amedê de Birêz Ocalan dê peyamekî dîrokî bi weşîne. Ez li vir ji wer bêjim Birêz Ocalan dê li Amedê manîfestoya aştî û demokrasiyê aşkera bike. Ji ber wê yekê em hemû gelê Botanê dewetî Newroza Amedê dikim. Bi vê yekê em dê li wir bi hêuz peya azadiyê ji hemû cîhan û Tirkiyeyê re bidin. Bila berê xwe bidinê ka qada Tahrîrê an qada Newroza Amedê."

Piştî axaftinan di nava girseyê de komekî ciwanan alê PKK'ê gerand û pişt re li ser dikê li ser navê "Ciwanên Apocu" daxuyanî xwendin. Ji ciwanan yekî diyar kir ku Cemaat Fethullah Gulen û hikûmeta AKP'ê polîtîkayên asîmîlayonê didin meşandin û wiha got: "Li hemberî polîtîkayên înkar û asîmîlayonê heta Rêber Apo azad dibe dê têkoşîna me berdewam bike."