Li Çînê erdhej

Li Çînê erdhej

Li herêma xweser a Tîbetê ya Çînê bi dijwariya 6.1 erdhej çêbû.

Di saet 05.23'an de li herêma xweser a Tîbetê, 10 metre di binê erdê de bi dijwariya 6.1 erdhej çêbû. Derbarê mirî û birîndaran de hîn agahî nehatine wergirtin. Tê gotin ku li bajarokên, Zuogong û Mangkangê hinek awahî hilweşiyane û derbarê zerarê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Rayedaran ragihandin ku komên alîkariyê şandine herêmê lê ji ber ku herêm pir çiyayî ye zehmetiyan dikişînin xwe bigihînin cihê erdhejê.