Li cihê kar ji bo azadiya Ocalan 500 îmze kom kirin

Li cihê kar ji bo azadiya Ocalan 500 îmze kom kirin

Kurdistaniyên ku li Swêdê dijîn di çarçoveya kampanya bi şîara “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” li cihên kar, dibistan, îstasyonên trenan û navendên kirîn û firotinan îmze komkirinê didomînin.

Kurdistaniyên ku li Qada Sergel ya Stockholmê beriya vê stand vekiribûn û îmze berhev kiribûn, demeke kampanyayê li îstasyonên metroyan, navendên mezin yên kirîn û firotinan bi awayek berfireh didin berdewam kirin.

Welatparêzê Kurd yê bi navê Şêxmûs yê li bajarê Söderhamnê, li restoranta lê kar dikir, li gel hevalên xwe ji muşteriyên ku dihatin xwarin xwarinê 500 îmze komkirin. Şêxmûs kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêve birin weke xebatekî stratejîk binav kir û da zanîn ku, komkirina îmzeyan erkeke li ser mile hemû Kurdistaniyan. Şêxmûs aşkera kir ku, îmzeyên komkirine tenê destpêkêke, armanc kiriye ku beriya kampanya îmzeyan kom bibe 1500 îmzeyan kombike.

Şêxmûs destnîşan kir ku, komkirina îmzeyan berxwedaneke li dijî van sûîqest û êrîşên li dijî gelê Kurd yên di van demên dawî de zêdebûne, Şêxmûs bang li Kurdistanî, şoreşger û hemû hêzên baweriya xwe bi kedê tînin bi awayek aktîv tevlî kampanyayê bibin.