Li Chûr û Lozanê ji bo Ocalan çalakî

Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropa destpêkirî, didome. Li bajarên Swîsre Lozan û Chûrê Kurdistanî derketin kolanan û çalakiyên bê navber lidardixin.

CHÛR/LOZAN

Bi dehan Kurdistaniyên ku şevê din li bajarên Chûr û Lozan li hev civiyan, diyar kirin ku heta ji Ocalan agahiyek negirin wê her roj li Siwîsreyê di qadan bin.

Mîtîng û çalakiya rûniştinê ya ku li navenda îstasyona trenê bi deqiqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Di axaftinan de hate ragihandin ku heta agahiyeke diyar ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê girtin wê her roj li Swîsreyê çalakiyên bê navber lidar bixin.

Li aliyê din di çalakiyê de dagirkirina ku li Kerkûkê jî hate protesto kirin. Piştî çalakiya rûniştinê dirûşme hatin avêtin û çalakî bi dawî bû.

BÎEL

Li bajarê Swîsre Bîelê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistaniyan di roportajên bi qenala televziyona Telebîlîngûe re hatî kirin de fikarên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Kerkûkê vegotin.