Li Cezaayê operasyona YPG'ê 15 çete hatin kuştin
Li Cezaayê operasyona YPG'ê 15 çete hatin kuştin
Li Cezaayê operasyona YPG'ê 15 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di operasyona li rojhilat û başûrrojhilatê Cezaayê de 15 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û herêma hedef hatiye girtin ji çeteyan hatiye paqijkirin. Di şer de 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên wan duh bi şev li rojhilat û başûrrojhilatê Cezaa'yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê operasyonek pêk anîne û di operasyonê de çeteyên li navbera gundên Ekreş û Sefen, her wiha yên li gundên Kenhu, Qasidiya Biçuk û Mîsterîha hedef hatine girtin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: "Hêzên me baregehên çeteyan kirine bin kontrola xwe û herêmê ku hatiye hedef girtin ji çeteyan paqij kirine. Hêzên me koma çete ku ji bo alîkariyê hatiye jî kir hedef û têk bir. Di vê operasyonê de herî kêm 15 çete hatin kuştin. Hêzên me wesayitek, 4 keleşnîkof, 2 roket-avêja B7, 2 BKC, bêtêlek mezin û 2 dûrbîn û gelek cebilxane û alavên leşkerî desteser kirine. Her wiha termên 2 çeteyan jî di kontrola hêzên me de ye.
Di vê çalakiyê de, 3 hevalên me bi ruhekî fedaî û qehremanî şer kirine û şehîd bûne."