Li Cerablus pevçûn

Li Cerablus pevçûn

Li Cerablusê komên Çekdar ên Dewleta Îslam ya Iraq û Şam (DAIŞ)/ El Nusra êrîşî welatiyên ji eşîra Cewadira kirin. Hate hîn bûn ku welatiyên eşîra Cewadira bersiva êrîşê dane û pevçûn 7 saetan dom kiriye.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin îro saet di 03.00’an de li bajaroka Cerablus a girêdayî Helebê, komên çekdar ên DAIŞ/Eniya El Nusra êrîşî welatiyên ji eşîra Cewadira kirine, li ser wê welatiyan bersiva êrîşên çeteyan daye û pevçûn derketiye.

Li gorî agahiyan di pevçûnên heta saet 10.00’an dom kiriye de, li ser kuştî û birîndaran tu agahî nehatin bi dest xistin.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku pevçûn piştî derketina endamên eşîreya Cewadira ji Cerablusê bi dawî bûn.

Beriya 2 mehan li bajaroka Cerablusê di navbera endamên Eşîra Cewadira ya Ereb û çekdarên DAIŞ’ê de pevçûn derketibû û wê demê endamên eşîra Cewadira ji aliyê DAIŞ’ê ve ji Cerablusê hatibûn sirgunkirin û malên wan hatibûn talan kirin û gelek mal hatibûn rûxandin.